'JIN TV dengê hemû jinan e'
- 10:37 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
Roj Hozan
QAMIŞLO - Xebatkarên televizyona Jinê JIN TV'yê bi boneye salvegera televizyona jinê de gotin: "Televizyona jinê dengvedan, şoreş û têkoşîna hemû jina ne. Jin di JIN TV'yê de hêviyên xwe dibînin."
Televizyona Jinê JIN TV di 30'ê hezêrana 2018'an de hat vekirin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê xebatkarên JIN TV'yê hene. Bi boneya salvegera JIN TV'yê xebatkarên wê axivîn û gotin:"JIN TV dengê hemû jina ne."
'Jin TV dengê tevahî jinan e'
Xebatkara bi navê Medya Melek di derbarê xebatê xwe de wiha dibêje: "Avakirina televizyona jinê ji bo ku dengê jin û şoreşa wê belav bibe gaveke pîroz bû. Di nava civakê de jin rastî gelek tundiyan tê. Loma ji bo mafê jinê binpê nebe JIN TV gavek girîng e. Jin TV dengê tevahî jinan e."
'Jin TV îradeya hemû jina ne'
Di berdewamiya axaftinên xwe de Medya bal kişand ser hevkariya jinê di nava televizyonê de ku her kes bi rihekî geş û xweş tev digere û wiha axaftina xwe domand: "Di nava xebatên me de îrade û hêzeke. Xebatkarên jinê bi hev re kedê didin. Em hemû ji bo azadiya jinê û rastiya wê derxin holê dixebitin. Tirsa ku di dilê jinan de hatibû çandin û koletiya li ser hatibû meşandin em parçe bikin. Ji bo jin di bin bandora zihniyeta baviksalarî de nemîne em kedê didin."
'Di riya ekrana televizyona me de jin hêz û tekoşîna xwe dibînin'
Xebatkara bi navê Coza Ibrahîm a ku di beşa kameravantiyê de cih digre nerîna xwe ji me re parve kir û wiha got: "Şopandina me ji bo jinan ne em dixwazin xwe bighênin hemû jinan armanca me jî ew e em piştgiriyê bidin hemû jinan. Jin jî di riya ekrana televizyona me de hêza xwe dibîne ku bi awayekî rehet nêrîna xwe parve bike. Li gorî wê jî jinên cihên din jî dibînin naskirina wan ji çandên din re jî çêdibe kesayetên nû nas dikin. Ev dibe sedema pêşketina jinê."
'Jin TV sitûna parastina mafê jin û xwestekê wan e'
Cozayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Bi kamereya xwe em hest û kêfxweşiya jinê derdixin pêş, bê çiqas jin xwedî bedewiyeke cuda ye. Li kêleka wê jî em ji bo pirsgirêkên jinê riyên çareseriyê didin pêşiya wê. Dema em li keda jinê temaşe dikin mirov dizane jiyan her di nava afirandinê de ye, di nav de jî xemla jin û parastina wê girîng e. Bila hemû jin bizanibin ku em ji bo wan kedê didin. Jin TV sitûna parastina mafê jin û xwestekê wan e."