‘Divê li dijî operasyonan yekitiya hêzê bê avakirin’
- 09:19 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
Berîtan Canozer
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku êrîşa Tirkiyeyê li hember Herêma Federal a Kurdistanê pêk aniye, bi armanca tunekirina destkeftiyên gelê Kurd û guhertina demografîk e û got divê hemû kes li dijî van operasyonan yekitiya hêzê ava bike.
Tirkiye demek dirêj bû li hember Herêma Federal a Kurdistanê di nava hewldanên pêkanîna operasyona leşkerî ya dersînor bû. Di 28’ê Hezîranê de li bajarê Qendîlê êrîşa hewayî pêk hat. Di van êrîşan de tê de jin û zarok jî hebû 4 sivîlî jiyana xwe ji dest dan 2 heb jî birîndar bûn. Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn der barê operasyonê de nirxandin kir.
‘Ne operasyon e, dagirkirin e’
Zelalê destnîşan kir ku desthilatdarî di nava xwe de pirsgirêkên cidî dijî, di polîtîka navneteweyî de têkçûnek mezin dijî û wiha pê de çû: “Hikûmeta Tirk bi polîtîkayên şer, hewl dide nasnameya gel tune bihesibîne. Bi operasyonên derveyê sînor, ya tê hedefkirin ewlehiya sînor nîne. Li ser axa gelên din operasyon mijara gotinê ye. Vegotina vê dagirkirin e.”
‘Dixwazin gelê Kurd tune bikin’
Zelalê destnîşan kir ku bi operasyonên dersînor dixwazin erdnîgariyê bê Kurd bihêlin, zimanekî, nasnameyekê ji esasa wê qut bikin û tune bikin û wiha got: “Mirov nikarin ji van operasyonan re bêjin ‘ewlehiya sînor’. Têkoşîna gelê Kurd daniye holê hatiye asta ku qedera Rojhiata Navîn diyar dike. Desthilatdariya heyî jî vê nikare hezm bike. Ev hewldana guherina demografîke û hewldana nehemilandina Kurdan e.”
‘Divê xeta berxwedana hevpar bê bilindkirin’
Zelalê bi lêv kir ku ev operasyon wê bandorê li yekitiya neteweyî û tifaqa Kurdan jî bike û di vê nokteyê de jî bang li hêzan kir û wiha got: “Di serî de PDK, hemû hunermend, rewşenbîr, nivîskar, demokrat, divê xeta berxwedana hevpar bilind bikin. Ev berxwedan dikare bigihêje asta navneteweyî. Di vê nokteyê de dikare hemû rê û rêbaz bên pêşxistin.”
‘Em ê yekitiya jinan xurt bikin’
Zelalê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê ji vir şûnde jî li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin û got ew wek jinan wê xeta têkoşîna xwe xurt bikin, ji vir şûnde jî çi ji destê wan bê wê bikin. Zelalê daxuyakirin lêçûna operasyonan jî wê li gel bê birîn û bi mirinê wê li gelên Tirkiyeyê vegere û ji ber vê divê teqez xeta têkoşînê bê xurtkirin.