'Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li dijî desthiladariyê bidomînin'

  • 09:09 2 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed
 
ŞEHBA - Bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan cara yekem perwerdeya zarokên têkoşerên azadiyê  li Kantona Şehbayê hat dîtin û bi şahiyekê bi dawî bû. Zarokên têkoşeran hestên xwe anîn ziman û gotin:"Em ê têkoşîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê û desthiladariyê bidomînin."
 
Bi pêşengtiya Meclîsa Malbetên Şehîdan perwerdeya zarokên têkoşerên azadiyê li Kantona Şehbayê hat dîtin. Perwerde bi tevlîbûna 28 zarokên di temenên 15 heta 20 salî pêk hat. Perwerde di 15'ê Hezîranê de dest pê kiribû û 15 rojan domand. Di perwerdeyê de waneyên bîrdozî wekî Giringiya Perwerdeyê, Dîroka Jinê, Jîneolojî, Netewa Demokratîk, Çand û Ehlaq, Şerê Taybet, Koçberî, Rola Jinên Ciwan, Hezkirina Welat, Wateya Şehadetê, Civaka Demokratîk, Rastiya Serokatî, Rê û Rêbaz, Bandora Kapîtalîzmê û Şerê Gel ê Şoreşgerî  hat dayîn. Di şahiya girtinê de sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdar bûn. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji a bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Endama Koordinasyona Kongreya Star Zelal Xebat perwerde li hemû zarokên têkoşerên azadiyê pîroz kir û got: "Bi rihê ciwantî  keçên têkoşer ên azadiyê wê bi ser kevin û Serok Apo azad bikin."
 
Zarokên têkoşeran ên beşdarî perwerdeyê bûne nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ji bo naskirina kesayat û rastiya hovîtiya dijmin perwerde girîng e. Li gorî şert û mercên zehmet me dev ji têkoşîna xwe berneda û li dijî desthiladariyê em têdikoşin."
 
'Em tu car têkoşîn û berxwedana xwe bi dawî nakin'
 
Keça berxwedêr Zagros, Silava Sîdo li ser girîngiya perwerdeyê axivî û wiha domand: "Weke keçên pakrewanan em derbarê perwerdeya bi navê Şehîd Berîtan a Akademiya Şehîd Tekoşîn bûn, ji bo girîngiya perwerdeyê û naskirina ziman û dîroka xwe, li gor şert û mercên zehmet me dev ji têkoşîn û berxwedana xwe berneda û heta em Rêberê xwe azad bikin em ê têbikoşin."
 
'Em ê hêviyên gelê xwe pêk bînin'
 
Silava balkişand ser waneyên ku hatine dîtin û got: "Me di perwerdeyê de girîngî û pêwîstiya perwerdeyê nas kir. Dîroka jinê her wiha bandora kaptalîzmê ya li ser jinê me dît. Em wekî keçên Şehîdan soz didin gel û Serok Apo em ê civakek azad ava bikin, ji ber ku hemû gel hêviyên xwe bi zarokên berxwedêran heye, em jî heya dikarin em ê xizmeta civaka xwe bikin."
 
'Bi fikrên Serok Apo em perwerdeyên xwe dibînin'
 
Ofê Mihemed  jî hestên xwe anî ziman û got: "Nêzî 28 keç bi yek rihî derbasî perwerdeyê bûn ji bo em kesayeta xwe nas bikin. Perwerde cihê fêrbûnê û zanebûnê ye, em ê li dijî kapîtalîzmê derkevin û bi berxwedana xwe nehêlin kapîtalîzm bandora xwe li me bike û em ê berxwedana xwe bidomînin. Em ê tim û tim hêviya gel û Serokê xwe ji nû ve bikin û li ser rêya pakrewanên xwe em dimeşin, bi fikrên Serok Apo em ê bigihêjin rastiya azadiyê."
 
'Perwerde her tim girîng e'
 
Fetwe Omer derbarê perwerdeyê de  wiha got: "Bi derbasbûna me ji perwerdeyê re me rihê hevaltî û girîngiya perwerdeyê nas kir. Em ê li dijî dijmin her dem li berxwe bidin. Bi berxwedana xwe em êvegerin Efrînê û li wir perwerdeyên xwe bidomînin. Perwerde her tim girîng e."
 
Di dawiya şahiyê de wêneyên Abdullah Ocalan, Berxwedêr Bêrîtan û wêneyê berxwedêrên bavê zarokên perwerde dîtin tevî bawernameyê dan zarokên berxwedêran ên perwerde dîtin.