'Em ê li dijî dagirkerî, desthilatdarî û neheqiyê li berxwe bidin'
- 09:06 2 Tîrmeh 2019
- Rojane
Fîdan Ebdullah
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li kampa Serdemê ya Şehbayê bi cîh bûne li ser kiryarên dewleta Tirk axivîn û gotin: "Em jinên Efrînê ne dagirkerî û ne jî desthiladariyê qebûl nakin. Em ê li dijî dagirkerî, desthilatdarî û neheqiyê her dem li berxwe bidin."
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Niha êrîşên li ser Efrînê û der û dora wê didome. Têkildarî vê mijarê jinên Efrînê yên li kampa serdem bi cîh bûne nêrînên xwe parve kirin. Jinên Efrînê gotin:"Tu kes nikare me bi êrîşên xwe bitirsîne. Ew her ku êrîş bikin dê têkoşîna me mezintir bibe."
'Jin civakê temsîl dike'
Jina bi navê Şêrîn Cefer Mustefa wiha got: "Bû salek û şeş mehan em berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê didomînin, lê dewleta Tirk di Efrînê de hemû rêbazên îşkenceyê li ser gel dimeşîne û bi taybet li ser jinan. Ji ber ku jin civakê temsîl dike, jin her dem bêtir hedef tên girtin. Li dijî kiryarên dewleta tirk rêxistinên mafên mirovan jî bêdeng in. Ev yek nayê qebûlkirin. "
'Jinên Efrînê li dijî neheqiyan her serî hildaye'
Mewlîde Hisên Omer jî bal kişand ser jinên ku li Efrînê mane û wiha dewam kir: "Em ji Efrînê bi dara zorê derketin, dewleta Tirk êrîşek hovane bi ser me de anî, lê ji bo parastina xwe ji kiryarên dewleta Tirk me berê xwe da Şehbayê û em berxwedana xwe berdewam dikin. Zilm û zordestiya li Efrînê niha jî didome. Li dijî vê yekê divê tu kes bêdeng nemîne. Xeyalên me ew e ku Efrîn rizgar bibe û em vegerin Efrînê.”
'Bese ji bêdengiya dewletên navnetewî re'
Zehîde Muhemed jî wiha got: "Dewleta Tirk di Efrînê de xwest ku jina kurd tune bike. Lê em jinên Efrînê van kiryarana tu carî li ser xwe qebûl nakin. Em jinên Efrînê ne dagirkerî û ne jî desthiladariyê qebûl nakin. Em ê li dijî dagirkerî, desthilatdarî û neheqiyê her dem li berxwe bidin. Tu kes nikare me bi êrîşên xwe bitirsîne. Ew her ku êrîş bikin dê têkoşîna me mezintir bibe. Her wiha em banga dewletên Navneteweyî dikin ku çav û guhên xwe ji vê zilmê re negirin."