'Li hember dagirkeriyê serî hildin'

  • 17:07 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
HELEB - Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bang li ciwanên Kurd kirin û gotin: "Ciwanên Kurd xwedî li vîna Başûrê Kurdistanê derkevin li hember dagirkeriya Tirk û îxaneta PDK'ê serî hildin." 
 
Ji bo şermezarkirina êrîş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Helebê, li taxa Şêx Meqsûd li ber Saziya Ciwanan bi beşdarbûna hemû endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê Zeyneb Mislim ve hat xwendin.
 
Daxwiyanî wiha ye:
 
"Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşgerê Sûriyeyê li bajarê Helebê, em êrîşên li ser gelê Başûrê Kurdistanê şermezar dikin. Li Kortekê dewleta Tirk û dîktatoriya Erdogan bi hevkariya PDK'ê êrîşek pêk anî û di encamê de 5 hemwelatî gihaştîn şahadetê. Em bang li raya navnetewî û rêveberiya hikûmeta herêma Kurdistanê dikin ku li hemberî êrîşên li ser gelê me têne meşandin bêdeng nemînin. Ev ne cara yekeme dagirkeriya Tirk êrîşê bi vê şêwazê li ser gelê me dide meşandin. 
 
Em ciwanên Herêma Helebê li hemberî êrîşên tunekirina îradeya gelê xwe tucarî qebûl nakin û bêdeng namînin. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê ne bi tenê ne û em bang tevahî ciwanên Kurd dikin Ciwanên Kurd xwedî li vîna Başûrê Kurdistanê derkevin li hember dagirkeriya Tirk û îxaneta PDK'ê serî hildin. Em ê dijminên ku rojane xwîna gelê me dirjînin ji axa Kurdistanê derbixînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apor", "Bijî berxwedana yekitiya gelê me", "Bijî berxwedana Gelê Başûrê Kurdistanê" û "Bimre dijminên qirker û faşîst" bi dawî bû.