Di encama şewata zeviyan de dayikek û du zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
- 16:47 1 Tîrmeh 2019
- Rojane
HESEKÊ - Şewata zeviyan bandoreke mezin li xweza, tenduristî û jiyana mirovan dike. Di encama şewata zeviyan de li Hesekê do dayikek û du zarokên wê şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
Duh di encama şewata ku bi zeviyên gundên El-Medan, Salhiyê, Hiwêş, Hiwêş El-Neîm, Risêm El-Hecer, Mişêrfa Remo, Sûsa, Siwêsa, El-Mexrim, El-Ferhiya, El-Nufeliyê û Şibliyê ên girêdayî Navçeya Til Temir û Serêkaniyê, a Kantona Hesekê ket, dayika bi navê Îzdîhar Îsa Îsa bi temenê xwe 34 û 2 zarokên wê keç û lawek, Mehmûd Ebdela Xelef ê (3)salî ye, şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
Malbata Îzdîhar Îsa Îsa ji Taxa Hewarna(Zor ava) li gundê Şibliyê ku girêdayî Navçeya Serêkaniyê ne. Dema agir bi zeviyan dikeve dişewitin.
Li gorî şahidên bûyerê qal kirin wiha gotin: "Hevserê malê ji hevjin û zarokên xwe re got hûn li malê bin û derî li xwe bigrin bi hêviya ku agir negihêje wan û zirarê nede wan. Dema ku bavê zarokan diçe bi gel re agir vemirîne, ji dijwariya agir dûman dighêje mala wî ku hêjî dayik û 2 zarokên xwe têde ne li hêviya vegera bavê xwe ne. Êdî ji ber dûman û agirê ku asîman reş kir dayikê hewl da ku kurê xwe Mehmûd Ebdellah Xelef yê xeniqî bi birevîne rê winda dike û nedizanî ber bi kîjan aliyê ve biçe, lewra nêzî agir dibe û ji ber dûmanê, bêhna wê jî diçike û dikevin nava agir tevî her 2 zarokên xwe , dişewitin."
Piştî ku ambulans digihêje gund, cenazeyan radikin Nexweşxaneya Serêkaniyê.