'Li Başûrê Kurdistanê berxwedana li dijî dagirkeriyê mezin dibe'

  • 14:30 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞEHBA - Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraq û Sûriyeyê û bêdengiya hukûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
 
Ji bo şermezarkirina êrîş û kiryarên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li Navçeya Fafin a Şehbayê bi beşdarbûna hemû endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Ciwanên Şoreşger Sîdra Memo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Di raberkirina dîroka kurdan de, her dijmin hevpeymanan li ser hesabê dîrok, jiyan û civakê pêk anîne. Hêzên desthiladar ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi gelek rêbazên tund êrîş anîn ser herêmê Kurdistanê. Ji parçekirina welat de bigire heya bi çêkirina komên terorîst û dagirkirina bajarên Kurdistanê û dest dirêjiya li ser çiyayên Kurdistanê. 
 
Di hesabên dewleta Tirk de sedema gavavêtina axa Sûrî û dagirkirina Efrînê ew e ku Serokatî û îradeya demokratîk teslîm bigire û bi vî awayî modela Rêveberiyên Demokratîk têk bibe. Lê weke tê zanîn hesab weke rastî bi bandora gelek şert û mercan ji guhartinê re vekirî ne, li hember berxwedana gel û hêza ramanên Rêbertî ev hesab bin ketiye.
 
Çawa ku li Efrînê bi rihê netewa demokratîk jin, ciwan, gelan li ber xwe da, îro li Başûr, li bajar û çiyayên Kurdistanê jî berxwedan mezin dibe û belav dibe, ji bo xwe bigihîne dilê her kurdekî, her ciwanekî, her jinekê û şoreşgerekî. Hikumeta(AKP) bi têkçûna xwe di her cihî de û li ser her astê, dixwaze vê têkçûyinê veşêre, ji bo wê êrîşên xwe dibe ser xaka Başûrê Kurdistanê, ew jî bi tifaqa bi xeta îxanetê re pêk tê, hikûmeta Iraqê jî di helwesta xwe ya bêdengiyê de bi israr e.
 
Em weke ciwanên herêma Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û helwesta xwe didin nîşan, em amade ne Tirkan di wargehên wan de bi bin bixin û weke mertalên zindî li ber xwe bidin li Başûrê Kurdisyanê û Xakurkê. Bêdengiya Iraqê şermezar dikin, hukûmeta Başûr jî wê li hember dîrokê hesabê bêdengiya li dijî dagirkeriyê bide. Li Başûrê Kurdistanê berxwedana li dijî dagirkeriyê mezin dibe. Emê her li dijî dagirkeran û yên ku piştigiriyê didin dagirkeran, derkevin."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.