Ji bo kincên girtiyan mafê hevdîtinê hat desteserkirin

  • 12:28 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Hat hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ji bo kincên girtiyan gardiyanan mafê hevdîtina heftane ya vekirî ya girtiyan binpê kiriye. 
 
Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê her dem bi binpêkirina mafan tê rojevê. Vê carê jî hat hînbûn ku li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Sîncanê ji bo kincên girtiyan gardiyanan mafê hevdîtina heftane ya vekirî ya girtiyan binpê kiriye. Dema girtî bi kincên xwe yê bê pî derketine hevdîtinê gardiyanan ji wan re gotiye :"Em bi vî awayî nahêlin hûn sohbetê bikin."
 
Hat diyarkirin ku ji ber binpêkirina mafê hevdîtinê girtiyan gardiyan gilî rêveberiya girtîgehê kirine.