Dema binçavkirinê ya li Serêkaniyê hat dirêjkirin

  • 12:27 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
RIHA - Dema binçavkirinê ya 8 kesên ku li Serêkaniyê di serdegrtina malan de hatibûn binçavkirin ji bo 4 rojan dirêj kirin. 
 
Endama Meclisa Şaredariya Serêkaniyê ya HDP'î Dîlan Ablay, dayika wê Sevîm Ablay, bavê wê Mûhlîs, birayên wê Baran Ablay û N.Z.A (16) û Mehmet Sadik Şîmşek, Kays Işik û Bûrhan Acar ku di 27'ê Hezîranê de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, li Miduriyeta Polisan a Rihayê tên girtin. Dema binçavkirinê ya her heşt kesên ku bi sûcdariya "Bi zanebûn û xwestin piştîrî dane rêxistinê" hatibûn binçavkirin  ji bo 4 rojan dirêj hat dirêjkirin.