'Zîlanê têkoşerek mezin bû'
- 11:28 1 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - Bi munasebeta salvegera Zeyneb Kinaci (Zîlan) Meclîsa Xweser a Jinê ya Bajarokê Digûrê civînek li dar xist. Piştî civînê sinevizyona derbarê jiyana Zîlanê de hat temaşekirin.
Bi munasebeta salvegera Zeyneb Kinaci (Zîlan) Meclîsa Xweser a Jinê ya Bajarokê Digûrê civînek li dar xist. Piştî civînê sinevizyona derbarê jiyana Zîlanê de hat temaşekirin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo têkoşerên azadiyê hat destpêkirin. Endamên meclîs û saziyan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
Di bîranînê de Berdevka Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Zehra Silêman axivî. Zehrayê got:"Şehîd Zîlan li dijî zilm û zoriya li ser civakê li berxwe da. Bi çalakiya xwe navê xwe bi serfirazî di dîrokê de nivîsand. Zîlanê têkoşerek mezin bû. Em ê her dem wê bi dilekî germ bi bîr bînin."
Bîranîn bi dirûşmên "Şehîd namirin","Bijî Serok Apo" bi dawî bû.