Li 5 herêmên Colemêrgê qedexe hat îlankirin
- 09:53 1 Tîrmeh 2019
- Rojane
COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê ji bo 15 rojî li 5 herêmên Colemêrgê qedexe îlan kir.
Walîtiya Colemêrgê ji bo 15 rojî li 5 herêmên Colemêrgê bi hinceta "ewlehiyê" qedexe îlan kir.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di navbera dîrokên 1 û 15'ê Tîrmehê de gelek herêmên Colemêrgê wekî Herêma Ewlehiyê ya Taybet hat îlankirin û ketina welatiyên me ya bê destûr a ji bo van herêman hatiye qedexekirin.