Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê bi eleqeyeke mezin bi dawî bû

  • 09:50 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QERS - Bi pêşengiya Şaredariya Qersê, Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Serhedê hat lidarxistin.  Her pêkhateyên bajar bi cil û bergên xwe yên gelêrî tev li mîhrîcanê bûn. Tevî hemû şert û mercên hewayî gelê Qersê herikî qada mîhrîcanê û mîhrîcan bi bernameyeke rengîn bi dawî bû. 
 
Roja mîhrîcanê ya duyemîn  bi bernameyên cur bi cur hat pêşkeşkirin. Mîhrîcan di roja xwe ya duyemîn de li navenda civakê ya Namik Kemal  bi tevlîbûna dîroknas Candan Badem, Lêkolîner û nîvîskar Sezaî Yazici  panela vegotina dîroka Komara  Cenobî Garbî hat lidarxistin. Piştî panelê li qada mîhrîcanê şahiya zarokan, pêşbirka hêstiran û çanda ku aîdî herêma Amedê ya revandina bukê hate pêşkeşkirin. 
 
Piştî şahiyan Koma Folklorê ya Amedê govendên cur bi cur pêşkeş kirin. Pişt re jî Dengbêjên ku ji Muş û Amedê hatin bi klamên xwe reng dan qada mîhrîcanê. Dawiya mîhrîcanê bi klamên xwendekarên zanîngeha Kafkasê û hûnermend Mehmet Atli bi dawî bû. 
 
Dawiya bernameyê de hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevîn Alaca axivîn. Di destpê de hevşaredar Şevîn Alaca axivî. Şevînê ji gel re spasiyên xwe pêşkeş kir û wiha got:” Cara yêkeme ku mîhrîcaneke bi vî awayî li Qersê pêk tê. Em ji bo keda hevalan û ji gelê xwe re spasiyên xwe pêşkeş dikîn. Piştî îro şunde em ê bi bernameyên bi vî awayî çand û xwezaya Qersê ji her kesî re bidin nasîn. Em ê di sala 2020’'an de bi heman mîhrîcanê li hev bicivin. Ji  bo piştgiriya we em spas dikin.”
 
Pişt re Ayhan Bîlgen axivî. Ayhan jî ji herkesî re slavên xwe û spasiyên xwe pêşkeş kirin. 
 
Piştî axaftinan mîhrîcan bi dawî bû.