'Dê lehengên mîna Zîlanan neyê jibîrkirin'

  • 09:48 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Kevana Zêrîn û Yekitiya Jinên Ciwan bi çalakiyekê  Zeyneb Kinaci (Zîlan) hat bîranîn.
 
Kevana Zêrîn û Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Kobanê bi çalakiyekê Zeyneb Kinaci (Zîlan) hat bîranîn.
 
Qad bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Zîlan, bi sembola Kevana Zerîn û Yekitiya Jinên Ciwan hatibû xemilandin. Çalakiya bîranînê bi dirûşmeya "Bi rihê mîlîtana Apoyî em ê tecrîdê bişkînin û bi ronahiya şehîdan tolê hildin" hat li darxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star a Kantona Kobanê Zehra Berkel û li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Rodîn Bozan axivîn û wiha gotin: "Şehîd Zîlan xwedî kesayeteke têkoşer bû, çalakiya wê di nava cîhanê de deng veda. Zîlan pêşenga jina kurde. Dê lehengên mîna Zîlanan neyê jibîrkirin."
 
Her wiha ji aliyê Kevana Zerîn ve şano hat pêşkêşkirin. Çalakiya bîranînê bi helbest û stranan bi dawî bû.