2'emîn Konferansa Ciwanên Kurd a li Rojava bi dawî bû

  • 09:47 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - 2'emîn Konferansa Ciwanên Kurd a li Rojava bi biryaran bi dawî bû.
 
2'emîn Konferansa Ciwanên Kurd a li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê bi dirûşma "Ji bo parçekirina dagirkeriyê, rizgarkirina Kurdistanê, ciwanên kurd rabin serhildanê"hat lidarxistin bi biryaran bi dawî bû. Her wiha di konferansê de nîqaşên li ser rêziknameyê hatin kirin û gelek xalên wê bi nîqaşan hatin guhertin. Herî dawî encamnameya konferansê  û biriyarên di Konferansê de hatin girtin ji aliyê berdevkê koordinasiyona Ciwnanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Ebdulxenî Umer ve bi daxuyaniyek çapmenî hat xwendin.
 
Biryarên di konferansê de hatin girtin wiha ne:
 
Şopandina xeta şehîdên Rojavayê Kurdistanê.
 
Meclisa Ciwanên Kurd li Rojava sînorên parçebûna Kurdistanê nas nake, ji ber ku erdîngariya Kurdistanê yek e.
 
Ji bo azadiya Rêber Apo û girtiyên azadiyê bi her awayan xebat dê were kirin.
 
Şoreşa Rojava xeleka sereke ya avakirina Kurdistana serbixwe ye.
 
Azadiya jin azadiya civaka Kurd e.
 
Şingal rûmeta gelê Kurd e. Dê piştigiriya Kurdên Êzidî her bê kirin. 
 
Tevahî ciwanên kurd ji bo parastina Kurdistanê berpisiyar in.
 
Li hemberî şerê taybet ku li ser gelê Kurd tê kirin, ew ê têkoşîn bê mezinkirin.
 
Li dijî çanda biyanî ya ku hedef dike çanda kurd tune bike dê têkoşîn bidome. 
 
Li hemberî koçbertiyê kar were kirin û bang li ciwanên Kurd werin kirin ku li welatê xwe vegerin.
 
Yekitiya ciwanên Kurd bingeha sereke ya avakirina yekitiya Kurd e.
 
Lêgerîna çareseriyê ji aloziya Sûriyê re, bi rêya Sûriyeyê ne navendî ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de bigirin.
 
Ji bo Sûriyek ku hemû gel dikare xwe tê de rave bike xebatên me ew ê bidomin. 
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk rêveberiya fermî ya Rojava ye .
 
Li dijî hemû aliyên Kurdî yên ku bi dijminên gelê Kurd re dibin hevkar, têkoşîn dê bê dayin.
 
Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî xebat û berxwedan dê her bê meşandin.
 
Konferans bi dirûşma" Bijî berxwedana ciwanan" bi dawî bû.