'Dewlet, kesayet û civakek lêpirsînê dike naxwaze'

  • 09:05 1 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ÎZMÎR - Serokê Şaxa Velî-Der a Bucayê Gulşen Candemîr, diyar kir ku ji bo qursên Kuranê yên Wezareta Karê Diyanetê tevlîbûna 200 hezar zarokî tê hedefkirin û got malbat perwerdeya zanistî dixwazin lê dewlet zarokên ku serî ditewînin û lêpirsînê nake armanc dike.
 
Wezareta Karê Diyanetê, piştî dibistan hatin girtin şûnde li mizgeftan bi dirûşmeya ‘Bila mizgeft tije zarok bibin, Ahlaqê wan Kuran be’ qursên havînê dan destpêkirin û hejmara ku sala borî 113 hezar bû, îsal wek hedef 200 hezar dan ber xwe. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî jî piştgiriyê dide qursan. Di çarçoveya protokolan navbera MEB û Miftitiya Navendê de hat îmzekirin, îlana qursan li dibistanan hat daliqandin.
 
‘Dewlet tevî gel jiyana olî ferz dike’
 
Seroka Şaxa Komeleya Malbatên Xwendekaran (Velî-Der) Gulşen Candemîr, balkişand ser butçeya ji wezareta karê diyanetê re hatiye veqetandin û got dewlet dixwaze li ser zarokan civakek serî ditewîne biafirîne.Gulşenê destnîşan kir ku malbatên Velî-Der dixwazin zarokên wan perwerdehiyek zanistî bigirin û desthilatdariya AKP’ê ji pergala 4+4+4 şûnde perwerdehiyê dike olî.
 
Gulşenê her wiha daxuyakirin ku dixwazin her dibistanê biguherin Îmam Xatîban û wiha pê de çû: “Di demên dawî de dersên olî tên ferzkirin, protokol bi weqfên olî re tên îmzekirin, hinek mirov ku li gorî xwe vedibêjin bi zarokên me re dikevin têkiliyê. Em dixwazin perwerdehiyek zanistî ji bo zarokên me bên vekirin. Dewlet dixwaze kesên ku lêpirsîn nakin, civakek ku lêpirsîn nake biafirîne.”
 
‘Dibistanên îmam xatîp nayên tercîhkirin’
 
Gulşenê destnîşan kir ku desthilatdarî çi ferz dike bila bike malbat tercîh nakin û wiha got: “Ezmûnên Ketina Lîseyê hatin aşkerakirin. Wê dîsa koas bê jiyîn. Dibistanên MEB’ê diyar kirine têr nakin. Zarokên me wê li dibistanên ku naxwazin bi cih bibin. Daxwaza zarokan nayên girtin. Dewlet wek her tim ferz dike û em vê qebûl nakin.”