Li Qoserê qeyûm bi sedan donim erdên çandiniyê ji îmarê re vekiriye
- 09:04 1 Tîrmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Qoser a xwedî axeke dewlemende, bi sedan donim erdên çandiniyê ji aliyê qeyûm ve ji îmarê re hatiye vekirin.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê, namzetên hevşaredarê yên HDP’ê bi ser ketin û şaredarî ji qeyûm girtin. Ji roja hevşaredaran dest pê bi peywirê kirin şûnde lêkolîn kirin û her rojê skandalek dertê holê. Qeyûm li pey xwe 24 mîlyon deyn hişt û derket holê ku li navçeyê bi sedan donim erdê çandiniyê ji îmarê re hatiye vekirin.
Piştî xebatên dema qeyûm de derketine holê şûnde, endamên meclîsa şaredariyê cihên ji îmarê re hatine vekirin tespît kirin û ji bo biryara ji bo erdan hatiye dayîn xera bibe, daxwaz kirin û xetabata dihat meşandin dan sekinandin.
Hinek erdên navçeyê yên xebatên îmarê lê hatine kirin wiha ne:
*Li taxa Îpekê erdê 50 donim ji îmarê re hat vekirin û îmara hat kirin bidawî bû.
*300 donim erdê li alî riya Balafirgehê veguhertin qada avahiyan.
*Qada 100 donim edî ku qada dibistan, îbadetxane û şîn bû ji îmara avahiyê hat vekirin.
*Li navçeyê dîsa 504 donim erd ji îmarê re hat vekirin
* 500 donim qada fîdanê ya li riya Balafirgehê ji îmarê re hat vekirin.
*200 donim erdê li Alîmişmiş ji îmarê re hat vekirin.
*Li Bahçelîevler li alî bazara sewalan qada 657 donimî ji îmarê re hat vekirin.