Zelal Ceger: Divê guhertin di destûra bingehîn de çêbibe
- 09:03 1 Tîrmeh 2019
- Rojane
Sorgul Şêxo/Ronîda Hacî
HESEKÊ - Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Cîger dagirkeriya Başûr û hevkariya Hikûmeta Îraq û başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re her wiha neqebûlkirina Rêjîma Sûriyeyê ya ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nirxand.
Di merasîma bîranîna Zeyneb Kinaci (Zîlan) û 11 pekrewanên Til Temirê de Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ciger axivî. Zelanê Zîlan û pakrewanên azadiyê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî, bal kişand ser rewşa siyasî ya li herêmê û êrîşşên li ser Kurdistanê.
Zelalê darizandina Çeteyên DAÎŞ'ê bi bîr xist û wiha got:"Hêzên QSD'ê Rojhilata Navîn û hemû cîhan ji dagirkerî û xeteriya DAÎŞ'ê xilas kirin. Îro zarokên vê axê şervanên QSD/YPJ'ê DAÎŞ têk bir. Ji ber wê jî divê çete li ser axa ku li ser hatine têkbirin werin darizandin û dadgehek Navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were avakirin. Ji bo ku li pêş çavên dayik, bav, xwûşk, zarok û hevjinên şehîdan bên darizînin."
'Li hemberî dagikeriyê yekîtiyê xurt bikin'
Zelal diyar kir ku Tirkiyê ji bo parçeyên Kurdistanê yên din jî dagir bike dixebite û wiha pêl da axaftina xwe: "Tirkiye niha ji bo ku Rojhilatê Firatê dagir bike dixebite û pilanan ji xwe re datîne. Niha dewleta tirk li Sûriyeyê û Iraqê êrîşên xwe berfireh dike û pilanên xwe yên dagirkeriyê dike. Li Hember pilanên dagirkeriyê pêwîstî bi yekîtî û têkoşîneke xurtir a Gelê Kurd heye. her wiha divê kurd rêxistina xwe mezin bikin û zanista di nava jinan de hê bêtir bidin rûnişkandin."
'Bêdengiya Başûr û Iraqê hevkariya bi AKP'ê re ye'
Zelalê êrîşên dewleta tirk li başûrê Kurdistanê wiha rave kir: "Dewleta tirk çend rojên dawiyê ne tenê Qadên Parastina Medya, sivîlan jî bombebaran dike. hemwelatiyên Başûrê tên kuştin. Bêdengiya Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û Iraqê hevkariya bi AKP'ê re şênber dike. Mafê Hikûmeta Iraq û Başûr e ku hemwelatiyên xwe ji hemû rengên êrîşan biparêze. lê Mixabin Hikûmeta Başûr dibêje 'ji ber Gerîla li vir e gel tê kuştin' û Hikûmeta Iraqê jî dibêje 'ew herêm ne girêdayî min e û loma mudaxele nakim.' Gel tê kuştin lê tu bêdengî. Tu çi hikûmetî? Li wir çi dikî? Tê çawa gelê xwe biparêzî?
'Di sedsala 21'ê de bi ser nakevin'
Zelal bal kişand ser têkçûna AKP'ê ya di hilbijartinên Tirkiyê de û wiha pê de çû: "Têkçûna AKP'ê serkeftineke mezin bû. Ji ber ku ev têkçûn bi destê gelê azadîxwaz û aştîxwaz bû. Eger hikûmet nebin hikûmetên demokrat û mafên hemû netewan biparêzin ne mumkîne di sedsala 21'ê de bi ser bikevin."
'Divê Cimhuriya El-Erebiya- El-Sûriye bibe Cimhuriya El-Sûriye'
Zelalê destnîşan kir ku divê Rêjîma Sûriyeyê di destûra xwe ya bingehîn de guhertinan çêbike û wiha dirêjî da gotina xwe: "Divê Hikûmeta Sûriyeyê di destûrê xwe de guhertinan çêbike û mafê hemû netewan tê de biparêze. Herwiha di heman demê de navê Cimhuriye EL-Erebiya-El-Sûriye jî bike Cimhueriya EL-Sûriye. Eger Sûriye bi Rêveberiya Xweseriya Demuqratîk re nekeve nava tîfaqan dê herêmên din jî winda bike."