Jinên Kobanê Zîlan bi bîr anîn
- 16:05 30 Hezîran 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi boneya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci (Zîlan) , li Kobanê Rêxistina Kogreya Star merasîma bîranînê li dar xist.
Rêxistina Kongreya Star Zeynep Kinaci (Zîlan) ku di 30'ê Hezîrana 1996’an li bajarê Dêrsimê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. Rêxistina Kongreya Star a bajara Kobanê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi semînerekê merasîma bîranînê li dar xist. Di semînerê de bi dehan jin, Mala jinê, Rêveberiya xweseriya Demokratîk, Jinelojî û Rêxstina Sara amede bûn.
Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Di despêkê de peyama Şehîd Zîlan hat xwendin.
Herî dawî jî Endama Rêveberiya Komîteya Jinelojiyê Dîrok Qerhreman behsa kesayeta şehîd Zîlan kir û got: "Şehîd Zîlan dikarîbû ku di bedenda xwe de wateyeke din ji jiyanê re derxe holê. Ji ber wê ewe yek ji pêşengên tevgra azaiya kurd e."