Têkoşer Zîlan li Qamişlo û Amûdê hat bîranîn

  • 15:37 30 Hezîran 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya salvegera şehadeta Zeynep Kinaci li rojavayê Kurdistanê, li navçeya Amûdê ya Qamişloyê û li navenda Qamişloyê civînên biranînê hatin lidarxistin. 
  
Zeyneb Kinaci (Zîlan) di 30 Hêzirana 1996'an de li Dêrsimê çalakiyek canbexşanê pêkanî û jiyana xwe ji dest dabû. Bi minasebeta 24'emîn salvegera çalakiya Zîlanê li navçeya Amûdê ya bajarê Qamişlo û li navenda Qamişlo di pêşengiya Kongreya Star de civîn hatin lidarxistin. 
 
Bi boneya salvegera şehadeta Zeyneb Kinaci (Zîlan) di pêşengiya Kongireya Star de li Qamişloyê semîner hat dayîn. semîner li Hola Seyran  a bajarê Qamişlo hat dayîn. Di semînerê de endamê Kongreya Star, rêveberên Mala Jinê, Malbatên Şehîdan û hemû sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Berxwedêrên azadiyê û bi wêneyê têkoşer Zîlan  hat xemilandin.
 
'Zîlan bû nîşaneya jinên kurd'
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Paşê ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star Nêrgiz Dêrik ve semîner hat dayîn û Nêrgizê bal kişand ser berxwedanana Zîlan ku çawa canê xwe feda kir û wiha got: "Em bi wesîleya salvegara şehadeta  Rêheval Zîlan  hemû berxwedêrên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Çalakiya Zîlan bû bersivek ji hemû dewletên cîhanê re û bi taybet dewleta tirk re. Zîlan bi fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girêdayî bû û îro bû nîşaneya ji jinên kurd."
 
Piştî semînerê daxuyanî
 
Piştî ku semîner bi dawî bû ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê rêvbera Kongreya Star Xaliya Necar ve hat xwendin. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
Ev êrîşên ku li ser Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin em şermezar dikin.  Piştî hevdîtin di navbera Serokê Herêma başûrê Kurdistanê û dewleta tirk de ev êrîş zêde bûn û gelek cih hatin bombebarankirin. Di encma van êrîşan de  gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.  Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û em bêdengiya li hemberî van êrîşan şermezar dikin. Bangewaziya me ew e ku gel rabe ser piyan û li dijî van êrîşan bêdeng nemîne.
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Bimre xiyanet" û "Berxwedan jiyane" bi dawî bû.
 
Li Amûdê civîna bîranînê
 
Bi boneya 24'emîn salvegera şehadeta tekoşer Zeynep Kinaci (Zîlan) di pêşengiya Kongreya Star de li Amûdê civîn hat lidarxistin. 
 
Li navçeya Amûdê a Kantona Qamişlo bi pêşengtiya Kongreya Star û bi tevlîbûna bi sedan ji jinên sazî û dezgehên civakî yên navçeyê tekoşer Zeynep Kinaci (Zîlan) di 24'e mîn salvegera şehadeta  xwe de bi civînekê hat bi bîranîn. Civîn li navenda çand û hunerê a Hûrî hat kirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê civîn ji aliyê Endama Rêvebriya Kongera Star Perwîn Yûsif ve hat bi rêvebirin. Endama Rêvebriya Kongreya Star Perwîn Yûsiv  bi boneye vê rojê wiha axivî: "Îro em bi minasebeta 24'emîn Salvegera Şehadeta  Zîlanê em canfedayên ku di riya tevgera azadiyê de canê xwe fedakirine û ji bo me felsefeya azadiyê û nirxên giranbûha afrandine di kesayeta Zîlanan de bi bîr tînin. Ji bo jiyana aram li Rojhilata Navîn pêk were em tim li pey armanc û hêviyên rêhevalên xwe  ne."
 
'Çalakiya Zîlanê naskirina heqîqetê ye'
 
Perwîn di berdewamiya axafitna xwe de bal kişand ser girîngiya çalakîya Zîlanê û ev tişt got: " Çalakiya hevala Zîlan ji bo me hemû jinan naskirina heqîqetê ye. Rêhevala Zîlan di nava jiyaneke zehmet de ev çalakî pêk anî. Rêheval Zîlan  bi nêrînên azad û fikra ku koletiyê li ser xwe û gelê xwe qebûl nake ev çalakî pêk anî. Şehadeta Zîlan  guhertineke di dîroka azadiya jinê de da çêkirin. Ji ber wê divê  em her roj van mirovên wisa ji bîr nekin û şopdarên xeta wan bin."
 
Paşê nameya heval zîlan hat xwendin û ji beşdarvanan re hat şîrovekirin.
 
Civîn bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Şehîd namirin"  bi dawî bû.
 
Her wiha Zeynep Kinaci (Zîlan) li Til Brak, Girkê legê, Çil Aga,Til Koçer û Dêrîkê jî hat bîranîn.