Jin TV saleke xwe ya weşana normal li dû xwe hişt
- 14:50 30 Hezîran 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin TV ya ku bi dirûşma "Dengê Jinê rûyê jiyanê" dest bi weşanê kir, weşana wê salek li dû xwe hişt.
Televîzyona Jinê ku di hemû derpertmanên wê de jin cih digirin û di pêşengiya Wekqfa Jinê ya Newa de hat vekirin, piştî weşana wê ya testê ku di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de hat destpêkirin, weşana wê ya normal salek li dû xwe hişt. Jin TV sala borî di 30 Hezîranê de dest bi weşana xwe ya normal kiribû. Jin TV ya ku bi dirûşma "Dengê jinê rûyê jiyanê" derket rê, armanc dike ku bibe dengê jinên cîhanê. Jin TV bi 3 zaravayên zimanê kurdî; Kurmancî, Soranî û Kirmançkî û bi zimanê Tirkîû erebî weşanê dike. Herwiha Jin TV bi zimanê Spanyolî û Îngîilîzî jî bernameyan çêdike û diweşîne.
Jin TV ya ku nûçeyên rojane jî diweşîne, ji ser Hotbîrd û Nîlsatê weşanê dike.
Hûn dikarin Jin TV ji ser van frêkansan temaşe bikin:
Hotbird 13°E
Frekans: 11 054 MHz
Polarizasyon: Horizontal
Symbolrate: 27500
FEC-rate: 5/6
Herwiha hûn dikarin li Jin TV di ser Nîlsatê re jî ji van frêkansan temaşe bikin:
Satellite and transponder: EUT8WB, TXP DAE 8,
Frequency and polarization: 11595MHz, Vertical,
S.R. : 27.500,
FEC 5/6
DVB-S, QPSK
Service name: JIN TV HD
SID: 2930
VPID: 2932
APID: 293