'Armanc avakirina sîwanek ji ciwanên kurd e'
- 14:01 30 Hezîran 2019
- Rojane
Civîn Husên- Şêrîn Zêrevan
QAMIŞLO - Jinên ciwan ku tevlî 2'emîn Konferansa Ciwanên Kurd li Rojavayê Kuridstanê bûn, gotin: "Ji konferansa Ciwanên kurd li Rojavayê Kurdisanê em ê ber bi Yekitî û li darxistina Konteweyî ya Kurdî ve biçin."
2'emîn Konferansa Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ku li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê ya Qamişloyê hat destpêkirin, berdewam dike. Derbarê armanca Konferansê û erka ciwanên kurd di pêvajoya heyî û parastina xaka Kurdistanê de, jinên ciwan ku tevlî Konferansê bûn nerînên xwe parve kirin.
Berdevka Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê Amed Memo diyar kir ku ev konferans ji ber pêvajoyê di rewşeke awarte de hat lidarxisitn û got: "Konferansa ciwanên kurd a duyemîn ku di dema xwe de hat li darxistin, di heman demê de ji ber ku di rewşeke awarte de hat lidarxistin wekî konferanseke awarte ye. Bi taybet ji ber bûyerên vê dawiyê diqewimin, dagirkeriya Tirkiye li ser Efîrnê, êrîşên dewleta tirk li ser Kurdistanê û herî dawî li Başûrê Kurdistanê. Di konferansê de xala sereke êrîşên dewleta tirk li ser Kurdistanê ne. Di vî warî de li ser helwesta ciwanan a li hemberî rewşa heyî ku divê çawa be? niqaş tên kirin."
'Welat li ser pişta ciwanan tê avakirin û parastin'
Amedê balkişand ser armanca Konferansê û got: "Koordinasiyona ku di Konferansa 1'emîn a Ciwanan ya di 2017'an de pêk hat, bêhtir li ser yekitiya netewî hat avakirin ku wê çawa ciwan ji pêvajoyê re bibin bersîv. Welat li ser pişta ciwanan tê avakirin û parastin, ev ciwan jî divê rêxistin kirî bin. Li Kurdistanê em wek ciwan, tevger, rêxistin pir in. Lê erka me ye ku em vê hêzê bikin yek divê hebe. Ji ber wê ev konferansa me li ser rewşa Kurdistan bi giştî, rewşa ciwanên kurd li Rojava ye. Mebesta me ku em ber bi Yekîtiyeke Neteweyî ve û avakirina kongereyeke neteweyî ku wek ciwan hemû partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên li Kurdistanê kom bikin û bi dengekî bilind li hember dagirkeriyê bisekinin."
'Armanca me ku tevahî ciwanên kurd bibin yek dest û deng'
Endama Partiya Demokratîka Kurd ya Sûrî ku cihê xwe di Koordinasîyona Ciwanên Kurd ên Rojava de digire Zên Osman jî ev tişt got: "Armanca me ji Konferansê ku tevahî ciwanan tevlî xwe bikin, em bibin hêz li beramberî dagirkerî û êrîşên li ser Kurdistanê. Armanca me ew e ku em bibin sîwaneke ji ciwanan a çareseriyê û ji şerê heyî re bibin bersîv."