Polîsan bi ser malên xwendekaran de girt

  • 13:02 30 Hezîran 2019
  • Rojane
ENQERE - Polisan beriya merasîma mezûniyetê bi ser malên xwendekarên ODTU'yê de girt û 4 xwendekar binçav kirin. 
 
Li Enqereyê polisan beriya merasîma mezûniyetê, îro serê sibehê bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) de girt. Polisan di serdegirtinê de xwendekarên zanîngehê yên bi navê Meziyet Yildiz, Firat Çaglar, Melîke Balkan û Emrecan Konyali binçav kirin. Her wiha hat hînbûn ku polisan deriyê mala xwendekarê bi navê Ozgur Gur ku ne li mala xwe bûye jî şikandine û ketine hundir lêgerîn kirine. 
 
Hat ragihandin ku di çarçoveya operasyona beriya mezûniyeta ODTU'yê de dibe ku hejmara kesên bên binçavkirin zêde bibe.