'Çalakiya Zîlan çalakiyek birdozî ye'
- 11:57 30 Hezîran 2019
- Rojane
HELEB - Ji bo salvegera Zeyneb Kinaci (Zîlan) Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê civînek li darxist û bal kişand ser têkoşîna Zîlanê.
Zeyneb Kinaci (Zîlan) di 30 Hêzirana 1996'an de li Dêrsimê çalakiyeke canbexşanê pêk anî û jiyana xwe ji dest dabû. Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a Bajarê Helebê bi civînekê Zîlan bi bîr anî. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Her wiha nameya Zeynep Kinaci (Zîlan) jî di civînê de hat xwendin û bi eleqeyek mezin hat guhdarkirin.
Paşê li ser navê Kongreya Star Zelal Xebat axivî û got: "Em despêkê bi rêzdarî Zîlan bi bîr tînin. Zîlan li gel ku Rêber Apo nedîtibû jî bi rihê fedaîtî jiya. Çalakiya wê çalakiyeke birdozî ye û ne tenê leşkerî ye. Sekna wê nasnameya jina azad e û evîna rast a Gelê Kurd e. Em soz dikin ku em ê şoptarê rêka wê bin. Divê em xwe hîn zêdetir pêş bixin da ku em xeyalên berxwedêran pêk bînin.
Di dawiyê de koma Şehîd.Zîlan şanoyek ji bo bîranîna Şehîd Zîlan li darxist û koma Kevana Zêrîn stranên xwe ji bo bîranîna Zîlanê pêşkêş kirin.