Meclisa Malbatên Şehîdan Zîlan û 11 têkoşerên azadiyê bi bîranîn
- 11:51 30 Hezîran 2019
- Rojane
HESEKÊ - Bi merasîmekê Zeyneb Kinaci (Zîlan) û 11 têkoşerên azadiyê ku di demên cûda de jiyana xwe ji det dan,hatin bîranîn.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Temirê Zeynep Kinaci (Zîlan) û 11 têkoşerên azadiyê ku di demên cûda de li Qadên Parastina Mediyayê û şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne, hatin bîranîn. Di merasîmê de bi dehan malbatên şehîdan kurd,ereb û aşûrî made bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê û pêşkêşkirina merasîma leşkerî, Zelal Cîger axivî.
'Zîlan sembola jina azad û Evîndara azadiyê ye'
Zelal şehîd Zîlan wekî sembola jina azad û evîndara azadiyê pênase kir û wiha dom kir: "Zîlan dikarîbû bi çalakiya xwe pêşengtiyê ji jinên şoreşger û jinên ku di nava pergala baviksalar de hatine eçiqandin re bike. Encax lîstik û komployên ku li ser gelê me tên meşandin dikarin bi bedelên giran vala bên derxistin û rê li ber qetîlaman bigrin. Divê gelê me xwedî li mîrasa ku Zîlanan ji mere hiştiye derkeve."
'Ji Îştar, Venûs û Zîlanan ew jinên ku welatên azad diafirînin'
Mihemed Seîd jî Şehîdên azadiyê bibîranîn û wiha got: "Şehîd nirxê mirovahiyê ne, bi wan re xewn û xeyalên Gelê Kurd pêk hatin. Şehîd banga yekîtî û misogerkirina sekeftinê ne. Bi berxwedan û têkoşîna şehîdan destanên lehengiyê di dîrokê de hatin nîvsandin. Jinên ku şerm dikirin li hember bavê xwerûnên îro şoreşê bi rêve dibin. Ji Îştar heta Venosan jin in û afrînerê welatê azad in. Şehîdên kurd, ereb, aşûrî û sûryan weke tabloyekê reng bi reng Til Temir û hemû herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê neqişandin û gotin me ji mirinê jiyaneke bi rûmet afirand."
Merasîm bi xwendina nasnameyên şehîdan û silavkirina malbatên wan bi dawî bû.