Li Mexmûrê êrîşên li ser Başûr hatin şermezarkirin

  • 10:03 30 Hezîran 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Erîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke ku hat dayîn hatin şermezarkirin û ev tişt hat gotin: "Dewleta tirk a ku li bakurê Kurdistanê gelek gund vala kirin, niha jî bi heman armancê êrîşûr Başûr dike.
 
Bi armanca şermezakirina êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, li Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek hat dayîn û êrîşên hatin kirin bi tundî hatin şermezarkirin. Daxuyanî bi tevlibûna niştecihên wargehê, li saziya Malbatên Şehîdan hat dayîn. Berî ku daxuynî bê destpêkirin ji bo pakrewanên azadiyê deqek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî li ser navê niştecihên wargehê ji aliyê Hisên Karav ve hat dayîn. 
 
Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Wek tê zanin ev demeke dewleta tirk êrişî xaka başurê Kurdistanê dike û bi awayekî hovane êrişî gelê kurd dike. Ji bo vê dewletê tu tişt ferq nake û bi her awayî êrîş dike.  Daristanên me di şewitine û gundên me xira dike.  Vê dewletê bi vê siyaseta xwe ya qirêj, li bakurê Kurdistanê nêzî 4 hezar gund vale kirin û heta niha jî vê politiqaya xwe ya kirêt di domine. Êrişî Afrinê jî kir. Ev dewlet bi her awayî êrişî deskeftiyên rojavayê Kurdistanê dike û demografiya kurdistanê diguherîne. Dewleta tirk salên dirêjin êrişî xaka başurê Kurdistanê dike û niha jî dager dike.  Niha bi dehan bargihên artêşa tirk li başurê kurdistanê hane em van şermezar dikin."
 
'Bêdengî hevkariya bi dijmin reye'
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rêveberiya Başûr û wiha hat gotin: "Dewleta tirk ew polîtîqaya xwe ya gund valekinê ya li bakurê Kurdistanê nih li başurê Kurdistanê daye despêkirin, sivîlan hedef digire gundan vala dike û nahêle gel biçe zozanên xwe. Di 27, 28'ê mihê de li sivilan. Di encama vê lêdanê de çend hemweletiyên başurê Kurdistanê şehîd xistin. Em wek gelê wergihê dizanin ku dewleta tirk dijminê gelê kurde.  lê belê tiştê ku li zora mirov diçe ev bêdegiya siyasetmedarên Bşûr a li henberî vê hovitiyê ye. Ev bêdengiya heyî tê wateya erêkirina van êrîşan. Li ber çavê me dayik û zarok tên qetilkirin lê belê kes dengê xwe dernexine ev bêdengî hevkarî ye û nayê qebûlkirin. Ji bo parasitiina Xakurkê Xinêre û Qendil bi hezaran ciwanên kurd xuna xwe rijandine. Lê îro jî leşkerên dewleta tirk bi potinên xwe li ser wê axê di meşin. Pêwiste rêveberiya başurê Kurdistanê li erka xwe xwedî derkeve li heberî van êrişan bêdeng nemine erk û berpisyariya wan paristna vê xakêye."
 
'Her çar parçên kurditanê xaka me ye'
 
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: " Em bang li Gelê Kurd dikin ku li henberî van êrişan bêdeng nemin çi kesê ku bêdeng bimîne di nava gafletek mezin de ye. Berî bi çend rojan 3 hemwelatiyên vê xakê hatin qetil kirin û 5 kes jî birîndar bûn. Aramnca dijimin tunekirina Gelê Kurd e. Pêwiste em hemu jî li henberî van êrişan hişyar bin. Her çar parçêyê  Kurdistanê xaka me ye.  Tu hêz nikare me ji ser xaka me bike der. Heta ku rih di canê me de hebe em ê ji bo xaka xwe li ber xwe  bidin. Kombûna me ya li vir tê wateya xwedî derketina li xaka xweye em carakdin van êrişan şemizar dikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên, " Bijî Serok Apo" "Şehîd namirin" û "Bire îxanet" bi dawî bû.