Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Divê bêhiqûqî bi dawî bibe
- 15:30 25 Cotmeh 2026
- Rojane
STENBOL-MED TUHAD-FED û MATUHAY- DER ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên berdana wan tê taloqkirin li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê Edliyeya daxuyanî dan û gotin: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, di nava gel de hêvî û baweriyê mezintir dike. Ji bo ku ev hêvî mezintir bibe, divê bêhiqûqî bi dawî bibin û hemû girtî azad bin.”
Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MEDê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ji bo girtiyên nexweş û girtiyên siyasî yên berdana wan tê taloqkirin û nayên berdan, li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî dan. Endam û rêveberên partiyên sîyasî, nûnerên saziyên civakî, Dayikên Aştiyê, endamên OHDê, Hevberdevka Giştî ya HDKê Meral Daniş Beştaş û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Mafê tehliyeyê nayê astengkirin, taloqkirina înfazan bi dawî bibe” hate vekirin.
‘Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan’
Hevberdevka Giştî ya HDKê Meral Daniş Beştaş axivî û got: “Em dîsa bi daxwaza edaletê li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê ne. Aliyekî pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ku bi banga birêz Abdullah Ocalan, gavên rêxistinê û xebatên me heye. Bi salan e em ji bo şer bê rawestandin dixebitin. Aliyekî aştî tê gotin, ‘qanûna çacoveyê’ bi dengekî bilind hate qebûlkirin, lê li aliyê din berdana girtiyan bi awayekî keyfî tê taloqkirin. Ev îşkence ye. Ez li vir bang desthilatdar û Wezareta Dadê dikim; Golo hûn van biryarên taloqkirinê didin? Hin rayêdarên desthilatdarê dibêjin pêvajo dimeşê lê aliyekî din girtiyan dihêlin ber mirinê. Ji bo girtîgeh nebin malên mirinê, em bang dikin. Divê demildest girtiyên siyasî werin berdan. Ev ne daxwazekî siyasî ye, ev gavekî mirovî ye.”
Hevberdavka MATUHAY-DERê ya herêma 3yemîn a Stenbolê Ozgul Baydogan daxuyaniyê xwend.
‘Binpêkirina mafên girtiyan didome’
Ozgul Baydogan di daxuyaniyê de diyar kir ku Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk nêzîkî du salan in didome û got: “Bi bangewaziya Birêz Abdullah Ocalan re, qonaxeke nû dest pê kiriye û hêviyên aştiyê her ku diçe mezintir dibe. Ev pêvajo ji bo girtiyên siyasî bû sedema hêvî û kelecaneke mezin e. Hêviya girtiyên siyasî ew e ku bi demildest tev li pêvajoyê bibin û ji bo pêvajoyê bixebitin. Lê belê binpêkirina mafê girtiyan didome. Bi taybetî, mexdûriyeta girtiyên siyasî yên ku dema cezayê wan bi dawî bûne jî berdanên wan tên taloqkirin an jî infaza wan tê şewitandin. Hê jî li Girtîgeha Bolûyê, berdana girtiyan bi awayekî keyfî, gelek caran tê taloqkirin. Hê jî girtiyên nexweş ên li girtîgehên Bolû, Bakirkoy û Duzceyê nehatine berdan. Li girtîgehên Kandira, Çorlu û Tekîrdaxê jî pratîkên keyfî didomin. Dema ku em pratîka girtîgehên li tevahiya herêma Marmarayê û dinêrin, dibînin ku tiştên pêk tên li qanûn û pêvajoyê ye.”
Çalakî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.







