Aktîvîsta TJA’yê: Hêviya aştiyê nêzî me ye

  • 09:03 12 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
WAN - Aktîvîsta TJA’yê Şîrvan Guçer der barê pêvajoya û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘aştî û civaka demokratîk’ destpêkiriye nirxand û got: “Divê komîsyona pêwist a li meclîsê êdî bê avakirin. Divê gavên bên avêtin leztir bin. Hêviya aştiyê tu carî evqas nêz nebibû.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Piştî vê PKK’ê di 5-7’’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da. Tevî van geşedanan desthilatdariyê hîna gaveknavêtiye.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de bangek din a dîrokî kir. Peyamek bi dîmen şand û got PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye û banga demokratîkirina Tirkiyeyê kir. Peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan di rayagiştî ya Tirkiye û navneteweyî de deng da.
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Şîrvan Guçer nirxandin kir.
 
‘Hêviyek nû ye’
 
Şîrvan Guçer banga ‘aştî û civaka demokratîk’ bi bîr xist û got bi vê bangê re pêvajoyek nû destpêkiriye û wiha got: “Pêvajoya bi 27’ê Sibatê dest pê kir paradîgmayek nûye. Bi vê paradîgmayê hêviyek nû destpêkek nû afirî. Ji bo hemû gelan bû hêvî. Ev encama têkoşîna bi salan bû.”
 
‘Divê bi yek dengî aştî bê qêrîn’
 
Şîrvan Guçer bi lêv kir ku perspektîfa çareseriyê ya Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo Tirkiyeyê jî riya aştiyê ye û ev tişt bi lêv kir: “Aştî ji bo hemû gelan pêwiste. Berpirsyariya dikeve ser milê me jî avaikrina aştiyê ye. Peywir dikeve ser milê her kesî. Divê gavên pêwist bên avêtin. Divê hikûmet êdî gavê bavêje. Divê hêvî bê bilindkirin.Divê bi yek dengî aştî bê qêrîn.Gelê Kurd bi salane aştiyê dixwazin.  PKK’ê berpirsyariya xwe anî cih. Xwe fesh kir. Ev biryar sembola vekiribûna riya aştiyê ye.”
 
‘Divê komîsyon bê avakirin’
 
Şîrvan Guçer di dawiya axaftina xwe de balkişand ser banga 9’ê Tîrmehê ya Abdullah Ocalan û wiha dawî lê anî: “Di bangê de hat gotin ku derbasî qonaxek duyemîn bûne. Ji vê bangê em fêm dikin ku divê êdî komîsyona li meclîsê bê avakirin û gavên pêwist bên avêtin. Hikûmet peywira xwe bîne cih wê pêvajo evqas lezgîn bibe. Divê gavên tên avêtin êdî lez bibin. Hêviya aştiyê tu carê evqas nêz nebibû.”