Rêxistinên Ekolojiyê dê li dijî qirkirina xwezayê li Şirnexê bin

  • 13:04 20 Tîrmeh 2024
  • Ekolojî
 
ŞIRNEX - Rêxistinên Ekolojiyê dê di 28'ê tîrmehê de li dijî qirkirina xwezaya li herêmê daxuyaniyeke girseyî bidin çapemeniyê. Berdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bang li her xwezaperezî kir ku wê rojê li Şirnexê bin. 
 
Li herêmên Besta, Cudî, Gabar, Cilênimêja û Komatê yê girêdayî Şirnexê birînda daran ku hatiye destpêkirin didome. Di van sê salan de bi hezaran darên sedsalî hatin birin û herêm bi giştî bênefes hat hiştin. Tevgera Hawirdorê ya Mezopotamyayê li dijî qirkirina xwezayê dê di 28 tirmehê de bi dirûşmeya "Li dijî qirkirina xwezayê bisekin" li Şirnexê daxuyaniyeke girseyî bidin çapemeniyê. Der barê çalakiya ku dê bê li dar xistin de berdevkê Tevgera Ekolojiyê ya Şirnexê Adnan Şenbayram bang li her xwezaperezî kir ku tev li meşê bibin. 
 
Adnan, anî ziman ku herkesekî/e ku li dijî qirkirina xwezayê disekine divê ku di 28'ê tirmehê de li Şirnexê li dijî qirkirina xwezayê helwest û berteka xwe nişan bide û wiha axivî: "Li Şirnexê bi salane qirkirina ekolojîk didome. Bi taybetî li Cudî, Gabar, Besta û herî dawî jî li herêma Komatê ya Elkê ev rûxandina ekolojîk gelekî zêde dibe. Ev xerakirin bi birîna daran didome. Li hemberî vê hilweşandinê em dizanin ku Şirnex bi taybetî û sîstematîk hatiye hilbijartin. 
 
Li vir banga me ji hemû raya giştî û gelan, parêzvanên xweza û jiyanê re ye; Werin em bi hev re li dijî talankirina xwezayê û polîtîkayên li dijî xwezayê bi dengekî bilind tevli daxuyaniya çapemeniyê ya 28’ê Tîrmehê li Şirnexê bê dayin bibin û helwesta xwe nişan bidin. Em di wê baweriyê de ne ku ger em bi hev re têbikoşin, em dikarin van polîtîkayan ji holê rakin. Em bi hev re xurt in, em ê bi hev re xwezaya xwe, jiyana xwe û Şirnexê biparêzin."