Qirkirina xwezayê ya li Efrînê didome

  • 14:11 13 Adar 2023
  • Ekolojî
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta tirk li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî 50 darên din ên zeytûnan birîn.
 
Li Efrîna dagirkirî, sûcên guhertina demgorafiyê, qirkirina xwezayê û talankirinê bê navber dewam dikin.
 
Çavkaniyên xwecih da zanîn ku komên Feyleq El Şam ên dewleta tirk li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê 50 darên zeytûnan birîne.
 
Li gorî çavkaniyan, darên hatine birîn ên welatiya bi navê Zekiye Mîrzo ne.