‘Em ê daran yek bi yek biparêzin’

  • 09:03 23 Tîrmeh 2021
  • Ekolojî
 
Melîke Aydin
 
MUGLA - Ji bo Santrala Termîk a Yenîkoy Kemerkoy darên Daristana Akbelen tên birîn û şêniyên taxê û parêzvanên mafên jiyanê yên li dijî vê li ber xwe didin li benda piştgiryê ne.
 
Li dijî Santrala Termîkê ya Yenîkoy Kemerkoy a ku li taxa Îkîzkoy a girêdayê Mîlan a Muglayê tune dike têkoşîna welatiyan ev sê sale didome. Herî dawî li dijî destura ji bo şîrketê hatiye dayîn, beriya biryara rawestîna meriyetê li Daristanên Akbelen di 15’ê Tîrmehê de dest bi birîna daran kirin û di serî de jin û parêzvanên mafên jiyanê ji bo ku dar neyên birîn rê girtibûn. Di 17’ê Tîrmehê de  ekîbên aydê Midûriyeta Karên Daristanê ya Mîlasê hatin herêmê û di navbera wan û şêniyan û parêzvanên mafan de alozî derket.  20 darên ku temenê wan 150-200 sal bû hatibûn birîn û  welatiyan bertekên tûnd nîşanî birîna daran dan.
Parêzvanên maf yên ji bo Daristanên Akbelen di berxwedanê de ne ji ajansa me re axivîn.
 
‘Komir ne pêşeroj e’
 
Xwendekara Zanîngehê Esra Işik ku mala wê li perava Daristanên Akbelen e wiha got: “Bi salan e ji bo em axa xwe nedin me têkoşîn da. Ji ber santralan me têkoşîna avê da. Du sal e dixwazin bikevin daristana 740 donimî.  Berê jî bi hincetan xwestin bikevininê. Komir ne pêşeroj e. Em dibînin ku li cîhanê dest ji komirê berdidin. Dikarin derbasî çavkaniyên enerjiya tê nûkirin bibin. Krîza demsalî gihştiye astek mezin. Li her çar aliyê Tirkiyeyê jî talan didome.”
 
‘Divê jiyana xwezayî bê teşwîqkirin’
 
Esrayê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Divê av û enerjî bi tasaruf bê bikaranîn. Di jiyana gund de ev pêk tê. Lê jiyana luks a bajêr pêşkêşî gel tê kirin. Ev jî zêde bikaranîna enerjiyê derdixe holê. Ji ber vê dibêjin enerjî lazime û bêdeng dimînin. Divê em piştgiriyê bidin jiyana xwezayî. Li gundê me bikarhêneriya luks tune ye. Em bi şev ceyranê zêde bi kar naynin. Em daristanên Akbelenê nadin wan.”
 
Ji bo berxwedanê bang
 
Mamosteya Fenbîlgîsî Akşen Yurdakul jî destnîşan kir ku bi hevalên xwe re ji bo betlanê ji Tekîrdagê hatiye Muglayê û ji bo piştgiriya Daristanên Akbelen di çapemeniya civakî de parvekirin dîtiye û hatiye konê piştgiriyê. Akşen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kesê ji xwezayê hez dike divê piştgiriyê bide berxwedanê. Hezkirin girîng e. Em dixwazin ji bo çalakiyê her kes li vir be. Hewldanek li vir heye. Divê deng bilind bibe. Divê çalakiya civakî hebe. Bi tenê kes nikare pêşî li vê bigire.”
 
‘Me gotibû em ê her darekê biparêzin’
 
Hevberdevka Platforma Ekolojiya Çiyayên Kazê Hulya Kurt jî destnîşan kir ku bêdaristanbûn û santralên termîkê di belavbûna vîrusê de bandorek neyînî derdixin holê û ev tişt anî ziman: “Yek ji bandora din jî nexweşiya KOAH û penceşêrê ye. Li herêmên ku santral hene nexweşî zêde dibin. Me girîngiya piştevaniyê li Çiyayên Kazê dît. Gelê wir xwedî hestiyarî û hişmendiyê ne. Fedakirina daristanên Akbelen vexwendina mirinê ye. Me gotibû ku em ê hemû daran yek bi yek biparêzin.”
 
‘Tiştekî ku bê windakirin tune ye’
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusun Kayra jî anî ziman ku jin di têkoşîna ekolojiyê de di eniya herî pêş de cih digirin û parastina xwezayê ji bo jinan tê wateya parastina jiyanê û tu tiştekî ku jin winda bikin nemaye.
 
Hevberdevka Platfoma Hawirdorê ya Muglayê (MUÇEP) Umay Karabaş jî bi lêv kir ku têkoşîna hiqûqî ya ji bo Daristanên Akbelen tê dayîn, ji bo Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Taxên Karacahîsar Karadam  bi parêzerên dildar re tê dayîn û wiha dawî lê anî: “Jinên taxê di têkoşînê de cesaretê didin her kesî. Cihê lê dijîn qada hevpar dibînin. Dema wisa dibe jî bi dildarî dikin. Jin cesaretê didin me.”