Têkoşîna li derveyê sînoran bilind dibe (7)

  • 09:04 7 Adar 2025
  • Dosya
 
 
Li Bolîvyayê berxwedan: Ji mîrateya Juana Azurduy heta îro
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên di şerên serxwebûnê de di eniya pêş de cih girtin seranserê dîrokê ji nedîtîve hatin dîtin. Lê li Bolîvyayê berxwerdana ku Juana Azurduy da destpêkirin, ji sedsala 19’an heta îro îlham daye têkoşîna jinan. Jinên Bolîvyayî ku li dijî her cureyê binpêkirinê berxwedane, têkoşîn wan bi sedsalane didome.
 
Dîroka Başurê Amerîkayê bi tevger, şer, şoreşên gel teşe bû. Lê jinan di van têkoşînan de rolên mezin lîstin. Di pirtûkan de her tim qehremanên mêr derxistin pêş û jinên ku di eniyê pêş yên şer de cih girtin, nehatin dîtin. Jinan di şerên hatin jiyîn de bedelên mezin dan.
 
Li Bolîvyayê yek ji jina ji bo serxwebûna Bolîvyayê têkoşîn da Juana Azurduy bû. Bi taktîkên gerîla li dijî binpêkirinên Ispanyolî wek lîderek leşkerî berxweda û mohra xwe li dîrokê da. Piştî şer hat jibîrkirin û di nava xizaniyê de jiyana xwe ji destda. Lê têkoşîna wê ji bo jinê Başurê Amerîkayê bû çavkaniya îlhamê.
 
Berxwerdana ku Juana Azurduy da destpêkirin li Bolîvyayê çawa berdewam ikr. Jinan ji sedsala 19’an het aniha ji bo kîjan mafan têkoşîn dan? Ber bi sedsala 21’ê  rewşa wan îro çiye?
 
Di vê beşa dosya xwe de em rewş û têkoşîna  jinên Bolîvyayê digirin dest dest.
 
Li Bolîvyayê destpêka berxwedanê…
 
Têkoşîna Juana Azurduy ne tenê li dijî binpêkirina Ispyolê li dijî newkeheviya jinê jî destpêkek bû. Sedsala 19’an de piştî Bolîvyayê serxwebûn bidest xist jin ji bo bibin parçeyek dewleta nû hatiye  avakirin têkoşîn meşandin.Lê tevî jinan rolek mezin di şerê serxwebûnê de lîstin jî mafên civakî û siyasî yên jinan neha nasîn.Ji perwerdehî, mal û mafê xebatê bigire heta gelek mafan astengî hatin jiyîn.
 
Rêxistibûn û piştevanî
 
Seranserê sedsala 19’an di jiyana civakî de têkoşîn meşandin.Bi taybet jinên herêmî (Cholalar), piştî serxwebûnê di asta herî jêr a civakê de cih girtin. Newekheviyek mezin dijiyan. Li ser vê xwe rêxistin kirin û piştevanî ava kirin.
 
Daxwazên siyasî û civakî
 
Sedsala 20’an de wekê seranserê Başurê Amerîkayê li Bolîvyayê jî jinan ji bo mafên siyasî û civakî daxwazên xwe bilind bikin.Navbera 1930 û 1940’î de têkoşîn xurt bû.1952’an de jin ne xwedî mafên hilbijartinê bûn. Di 1956’an de mafê dengan dan jinan.
 
Pêvajoya derbasbûna demokrasiyê û rola jinan
 
Di 1960 û 1970’ê de li Bolîvyayê hejmara jinên mamoste, karkerên çandiniyê û madenê zêde bûn. Jinên di madenê de xiebitin (Las Bartolinas), wê demê tevgera herî bal dikşandin bû. Di 1978’an de jinên madenê li diJî rejîma leşkerî berxwedanek mezin dan destpêkirin. Vê tevgerê di derbasbûna welat a demokrasiyê de rolek mezin lîst.
 
Polîtîkayên neolîberal
 
Salên 1980 û 1990’î de li Bolîvyayê polîtîkayên neolîberal pêk hatin. Van polîtîkayan bandorek mezin li çîna karkeran û jinan kir. Jinan li dijî vê mafên xwe parastin.Sedsala 21’ê de têkoşîna jinan  hem ji ser jinên herêmî hem ji ser tevgerên femînîst xurt bûn. Di 2006’an Evo Morales bû  bû serokdewlet û mafê jinan hîn bêtir hatin nasîn. Jinan piştî vê zêdetir di siyasetê de cih girt. Jİ 2020’an şûnde hejmara jinên di parlamentoyê de ji sedî 50 bû.
 
Bi dehan jin tên qetilkirin
 
Tevî vê hîna li Bolîvyayê jin gelek zor û zehmetiyan, zextan dijîn. Di 2013’yan de Bolîvyayê li dijî qetilkirina jinan qanûnên ku cezayên giran dihewand derxist. Lê hîna jî di mijara pêkanîna qanûnan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. 
 
Ji mîrateya Juana Azurduy îlhamê digirin
 
Salên dawî de li Bolîvyayê di mijara mafên jinan de gavên girîng hatibin avêtin jî hîna gelek pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin hene. Her destkeftî jî bi têkoşîna mezin tê bidest xistin.
 
Îro li Bolîvyayê jin hîna ji mîrateya Juana Azurduy îlhamê digirin û berxwedana xwe didomînin.
 
Qediya