Têkoşîna bê nefes a hezar hefteyî (3)

  • 09:03 23 Gulan 2024
  • Dosya
Dayikên Şemiyê: Dewlet wê hesab bide me!
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Ji dayikên Şemiyê Hanim Tosum diyar kir ku dewletê xizmên me ne ji bo binçavkirinê ji bo windakirinê dibirin  û got: “Em dizanin ku windayên me di arşîvên dewletê de ne. Dewlet wê hesab bide me. Heta hesab nede em xizmên windayan em ê destê xwe ji ser wan nekişînin." Hanimê berbi hefteya  hezarî a li Qada Glatasaryê  diçin banga rakirina bariyerên li qadê kir.
 
Ji bo aqûbeta kesên hatine windakirin û qetilkirin bê pirsîn, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di sala 1992'an de bi dirûşma "Bila winda bên dîtin" kampanya da destpêkirin. Kampanyaya ku ji aliyê ÎHD'ê ve hat destpêkirin veguherî têkoşîna li dijî windakirinên bi destê desthilatdarên Tirkiyeyê. Dayikên Şemiyê bûn sembola têkoşîna li dijî windakirine. Bi vê kampanyayê re gelek malbat di 27’ê Gulana 1995’an de Qada Galatasarayê ya Stenbolê ji aliyê dayikan ve veguherî rengekî cuda. Malbatên ku her roja şemiyê hatin Qada Galatasarayê roj bi roj zêde bûn û li Kurdistan û Tirkiyeyê deng vedan. Ji ber ku rojên şemiyê hatin cem hev, gel û çapemenî ji wan re dibêjin Dayikên Şemiyê. Qada Galatasarayê bi têkoşîna 29 salan ku lê hat dayîn bû cihê bîranînê, Dayikên Şemiyê jî bûne nivîskarên dîrokê ku vê bîranînê zindî dihêlin. Xizmên girtiyan ku bi salane çalakiya xwe dimeşînin dikevin hefteya 1000’î.
 
Fehmî Tosun kî ye?
 
Fehmî Tosun  ku zarokê malbatek welatparêz bû ji Licê ya Amedê  ji ber zor û zehmetiyan warê xwe terk dikin û li Avcilar a Stenbolê bi cih dibin. Fehmî di 19’ê cotmeha 1995’an de saetên şevê de ji aliyê sê kesên ku bi çek û cilên sivîl lê bûn bi weseyîta plaka wê 34 UD597 ya Renault dibin ber deriyê wî. Fehmî li ber çavên hevjîna wî Hanim Tosun û zarokên wî li wesayîtê tê siwarkirin û dibin. Hatim Tosun diçe qerekola Avcilar û tiştên qewîmiye dibêje. Hanim dixwaze ku mudaxaleyî rewşê bê kirin. Polîsên ku plakayê kontrol dikin û hevdîtina telefonê dikin dibêjin "tiştekî em bikin tune ye". Hanim li ser vê serî li ÎHD’ê dide. Ji wê rojê şûnde tu agahî ji Fehmî Tosun nehat girtin.
 
Hanim Tosun ku nifşa ewil a Dayikên Şemiyê ye, der barê hefteya hezarî ya çalakiya xwe ya ji 1995’an de ye didomînin ji JINNES’ê re axivî.
 
Piştî hat binçvkirin tu agahî jê nehat girtin
Hanim çîroka xwe ya tevlibûna nav Dayikên Şemiyê wiha vegot: “Çîroka me ji ji Bagcilar a Stenbolê dest pê kir. Êş û elemên gelê Kurd tu car neqedyan. Di 1994’an de em ji Amedê hatin Stenbolê. Em her tim di bin zextan de bûn. Çîrokên windayên me naqedin. Di 1995’an de hevjînê min binçav kirin. Em nizanin birin ku derê û çawa winda bû. Lê hevjînê min li ber çavên min birin. Carek din me agahî jê negirt. Dema hevjînê min birin me plaqe jî girt. Lê kesî tu agahî neda me. Me jê tu agahî negirt. Hemû cîhan çîroka me dizane.”
 
‘Ne ji bo binçavkirinê ji bo windakirinê dibirin’
 
Hanimê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku kesên di salên 90’î de bi hinceta binçavkirinê dibirin, di esasê de ne ji bo binçavkirinê ji bo windakirinê dibirin û wiha vegot: “Kesên dibirin carek din venedigeriyan mala xwe. Piştî hevjînê min winda bû em bi rojan lê geriyan. Lê me tu encam jê negirt. Me serî li dewletê da. Me li Komeleya Mafên Mirovan da. Ji bo kesekî din winda nebe ez tevli Dayikên Şemiyê bûm. Ji bo kesên din winda nebin min têkoşîn da. Ji 2005’an heta niha em diçiçûn Qada Galatasarayê û aqûbeta xizmên xwe dipirsî. Bi dehan carî ez binçav kirim. Tevî hemû zextan min dest ji têkoşîna xwe berneda.”
 
‘Têkoşîna me her tiştê me ye’
 
Hanimê destnîşan kir ku bi hezaran kes ji ber nasnameyên xwe di binçavan de hatine windakirin û wiha pê de çû: “Ji ber nêrîna siyasî hatin windakirin. Nasname û fikrên mirovan nabe sûc. Yên ku vê sûc dibînin sûcdarin. Ger mijar siyaset be îro serokomar jî siyasetê dike, wezîr jî dikin.  Lê dema mijar dibin Kurd her tiştî dikin dewrê. Riya hevjînê min rast bû. Biya bi rumet û şeref bû. Ez ê jî ziman û nasnameya xwe biparêzim. Têkoşîna min her tiştekî min e.”
 
‘Ez ê her tim li ser şopa wan bim’
 
Hanimê di berdewamiyê de got divê dewlet ji bo windayan gavekê bavêje. Hanimê bi lêv kir ku aqûbeta windayan dipirsin û wiha dirêjî dayê: “Bila kujer bên darizandin û cezakirin. Berpirs kî ne divê hesab bidin. Wê hesab bidin me. Bila aqûbeta windayên me aşkera bikin. Dewlet bila arşîvan veke û aqûbeta hevjînê min aşkera bike. Aqûbeta hemû windayan di arşîvan de ye. Çima vedişêrin. Bila derxin bidin me. Em ê destê xwe ji ser wan nekişînin. Wê dewlet hesab bide me. Galatasaray ji bom e girîng e. Polîsan bariyer li wir danîne. Bila ev bariyer bên rakirin. Ev qad ya me ye. Em barîkatan naxwazin. Me soz daye Dayikên Şemiyê yên jiyana xwe ji dest dane. Em ê heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe bidomînin. Bila dewlet windayên me derxin holê.”
 
Banga xwedîderketinê
 
Hanimê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Têkoşîna Dayikên Şemiyê roj bi roj mezin dibe.Em dikevin hefteya 1000’î. Bila di hefteya 1000’î de bariyer bên rakirin. Pirsa dayikên şemiyê kî ne? Bila he kes ji xwe bipirse. Ev kes bi wêneyên xizmên xwe li aqûbeta xizmên xwe digerin. Ev dayik çi dixwazin, bila herkes vê lêpirsîn bike. Her kes bila hesab bipirse. Bila her kes destê xwe bide ser wijdana xwe û piştgiriyê bidin. Ez wek nifşa ewil a dayikên şemiyê bi salane têdikoşim. Ez ê heta dawî jî têbikoşin. Bang li hemû kesî dikim ku bibin dengê Dayikên Şemiyê.” 
 
Sibe: Têkoşîna nifşa 2'yem a Masîde Ocak