DayikênAştiyê: Em ne hevkarên lîstikên qirêj in

  • 16:28 3 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avetina gavên şênber hatibûn Enqereyê piştî nobed û serdana partiyên siyasî çalakiya xwe bi dawî kirin. Dayikên Aştiyê daxuyanî dan û gotin: “Em ne hevkarên lîstikên qirêj in. Divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê gav bên avêtin.”
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ku nêzî 300 dayik bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avetina gavên şênber ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatibûn Enqereyê dest bi nobedê kirin û bi partiyên siyasî re hevdîtin pêkanîn. Dayikên Aştiyê li Enqereyê kon vegirtin û nobed girtin û li meclisê serdana partiyên siyasî kirin. Dayikên Aştiyê piştî nobed û serdana partiyên li ber navenda giştî ya DEM Partiyê daxuyanî dan û vegeriyan. Di daxuyaniyê de dayikan pankarta li ser, “Ji bo aştiyê gav biavêje” vekirin û dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
 
Dayika Aştiyê Muzzeyen Butun ku di daxuyaniyê de axivî, bi lêv kir ku ew ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Enqereyê û wiha axivî: “Ji bo berdana girtiyên siyasî û vegera zarokên xwe yên serê çiya hatin Enqereyê ku ew pêvajo bigihêje armancê. Em herdu alî jî şîrike vê pêvajoyê ne. 52 sal demeke kêm nîne. Me êş û elemên giran dîtin. Em bang li hemû dayikan dikin ku dest bidin destê hev û êdî xwîn nerije û ew pêvajo bigihêje encamê. Me ji bo serdana Serokatî daxwazname da bû wezîrê dadê lê hê jî bersiv nedane daxwaznameya me. Heta azadiya Serokatî nebe çareserî nabe. Em dixwazin birêz Serokkomar û Devlet Bahçelî guh bidin daxwazên me û aştî pêk were. Sedema hatina me ya vir ew e ku çareserî pêk were. Ew pêvajo bigihêje encamê û em bi hev re di nava xweşiyê de bijîn. Em ne hevkarên lîstikên qirêj in. Divê statuya Abdullah Ocalan bê nasîn. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê gav bên avêtin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê Dayikên Aştiyê vegeriyan bajarên ku jê hatine.