‘Em ê dengê xwe bilind bikin’

  • 09:04 12 Nîsan 2025
  • Rojane
ENQERE - Xwendekara Zanîngeha Enqereyê Zeynep Ulger, diyar kir ku jin di bin çavan de rastî lêgerîna tazî ya polîsan tên û dewlet hewl dide bûyeran ji rojevê derxîne û got "Em dizanin ku li hemberî zilm û înkara dewletê me çi jiya, em ê dengê xwe bilind bikin."
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê û navçeyên wê hat destpêkirin de  Şaredarê Bajarê Mezin Ekrem Îmamoglu jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin û girtin. Piştî vê pêşketinê xwendekarên zanîngehê yên li dijî her cure zextan li ber xwe dan jî hatin binçavkirin û girtin.
 
Xwendekarên ku bi taybetî li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê li kampusên zanîngehan û kolanan hatin cem hev, çalakiyên xwe didomînin. 102 kesên ku di xwepêşandanan de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan, xwepêşandan hê jî berdewam dikin. Dema xwendekar dersan boykot dikin, li kampusan jî li ber xwe didin û daxwazên xwe tînin ziman.
 
Xwendekarên ku dixwazin bibin  dengê hevalên xwe yên di girtîgehê de rastî tacîz û îşkenceyê hatin, li hemberî redkirina van îdîayên Wezaret û Polîsan bertekên xwe didomînin.
 
Xwendekara zanîngeha Enqereyê Zeynep Ulger derbarê mijarê de axivî. 
 
Zeynep Ulger da zanîn ku di 19’ê Adarê de piştî betalkirina dîplomeya Ekrem Îmamoglu  daketine qadan û got: “Ev dijhiqûqî ne ya ewil bû. Ciwan ji ber van tiştên hatine jiyîn sebra xwendekaran nemaye. Girseyek mezin daket kolanan. Armanc diyar bû. Krîzek mezin a aborî, bêdadî, dijhiqûqiyek bi salane didome heye. Me xwest em vê bînin ziman.”
 
Şert û mercên KYK’yan ne baş in
 
Zeynep Ulger di berdewamiyê de da zanîn ku xwendekar li zanîngehan li yurdan pirsgirêkan dijîn û got: “Em perwerdehiyek baş li zanîngehan nabînin. Em li KYK’yan dimînin. Lê şert û mercên wê nebaşin. Mamosteyên me hatin îxrackirin. Di vê nokteyê de tiştekî em winda bikin tuneye. Ciwan bê hêvî ne. Garantiya keda ku em didin tuneye.”
 
‘Divê têkoşîna rêxistinkirî bê meşandin’
 
Zeynep Ulger daxuyakirin ku çareserî têkoşîna rêxistinkirî ye û got derketina kolanan bêguman girînge lê ya girîng ev e ku ev ji çawa bê veguhertinê ye. Dewlet dijhiqûqiya polîs înkar dike. Polîs tundiyê dike. Ciwanan wek provakator nîşan didin. Polîs bi awayekî tund êrîş dike.Herî dawî hevalên me di bin çavan de, bi îşkenceya lêgerîna tazî re hatin rû hev. Lê vê diderewînin.”
 
‘Em şert û mercên mirovane dixwazin’
 
Zeynep Ulger daxwazên xwendekaran ragîhan dû got: “Em dixwazin raye û biryar aydê pêkhateyên zanîngehan bin. Bila muxale ji derve neyên. Em dixwazin gotin axwe bêjin. Em pêşerojê dixwazin. Em jiyanek mirovane, şert û mercên mirovane dixwazin.”