Li Curnêreş Mala Bêhnvedanê hat vekirin

  • 14:24 11 Kanûn 2024
  • Rojane
RIHA - Li Curnêreş ji bo jinan Mala Bêhnvedanê hat vekirin
 
Şaredariya  Riha ya Curnêreş  li Yenî Mahalle ya li navenda navçeyê Mala Bêhnvedanê ya Jinan vekir. Hevşaredar Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Paretî) yên navçeyê, Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî merasîma vekirina saziyê bûn
 
'Bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ emê xebatên xwe bidomînin'
 
 Hevşaredar Garîp Yeşîl di vekirinê de axivî û diyar kir ku wan bi saya hevgirtina jinan cihekî wiha vekirine û got, "Em ê têkoşîn û xizmeta xwe ya bi jinan re bidomînin. Qeyûm dest diavêjê destkeftiyên jinan. Lewma keda jinan girîng e. Ji bo jinan em ê xebatên xwe yên li ser felsefeya Jin jiyan di pêşerojê de jî bidomînin.”
 
Yên li Rojava li berxwe didin hatin silavkirin
 
Hevşaredara Xêlfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin, ji bo kesên li dijî êrîşên li Rojava li berxwe didin serkeftin xwesdt û got, “ Ji ber vê projeyê spasiya Hevşaredarên Curnêreş dikim.”
 
 Piştre Mala Bêhnvedanê bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî" û tilîliyan hate vekirin. Jin piştre li mala bêhnedanê geriyan.