Bi rihê berxwedanê taxa xwe diparêze
- 13:14 8 Kanûn 2024
- Rojane
Mîdye Miqted
HELEB - Yek ji jina berxwedêr a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Dilşan Ebdullrehman têkildarî berxwedana ji bo parastinê wiha got:"Di nava giraniya êrîşan de ku obîs li taxê diketin lê me pakrewanên xwe dispartin axê her wiha gelek ji wan me rê dikir bajarê Efrînê lê me pakrewanên xwe li erdan nedihêştin. Tevî van hemû astengî, êş, azar û bê derfetiyan me taxa xwe bi rihê berxwedanê parast."
Sala 2013`an ji aliyê 27 komên çeteyan êrîşek bi dijwarî li ser her du taxên Şêxmeqsûd û taxa Eşrefiyê hat destpê kirin. Gelek kes di vê taxê de di encama şer de hatin qetil kirin, bi dijwarî êrîş bi ser taxê de hatin kirin. Şêniyên van her du taxan bi berxwedaneke bêhempa mohra xwe li dîroka vê berxwedanê dan. Bi taybet dayikên van taxan çi ji destê wan hat kirin û bê du dilî têkoşîna li kêleka parêzvanên taxê bilind dikirin, yek ji wan dayikan dayika bi navê Dilşan Ebdullrehman bû ku bi zarokên xwe xwedî li taxa xwe derket û di roja me ya îro de ku dîrok dîsa xwe dubare dike lê belê ji bo ku carek din xwedî li taxa xwe derkevin û berxwedana xwe ji nû de geş bikin sozê her roj didin
Şer pir giran bû lê me li ber xwe da
Berxwedêr Dilşan Ebdullrehman bi kêliyên destpêkirina şerê li ser taxê axaftina xwe ji ajansa me re kir û wiha dirêjî dayê û got:"Di sala 2013'an de şerekî pir zêde li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji aliyê komên çeteyan hat destpêkirin bi destpêkirina vî şerî hin kes ji taxa xwe derketin lê piraniya wan jî tekoşîn û berxwedana xwe bi şer re dan destpêkirin mil bi mil li kêleka hêza xwe man."
Me ji tunebûnê hebûn afirand
Di dewama axaftina xwe de Dilşanê wiha bi bîr anî ku tevî giraniya şer wan karê xwe didadewam kirin û pakrewanên xwe oxir dikirin û got:"Êrîşa ku bi ser me de hatî gelek giran bû, di taxê de derfetên jiyanê kêm bû lê belê tevî vê yekê jî me ji tunebûnê hebûn afirand birîndar çêdibûn me bi qilifan birînên wan derman û girê dida. Li tenişta vê yekê dema pakrewan li taxê nedibûn me di medbexan de xwarin ji bo şervanên xwe yên di çeperên şer de dida amadekirin, bi hemû hewldanên xwe em bi şervanên xwe re bûn alîkar û bi hev re me taxa xwe diparast."
'Em ê bi hêza parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek'
Di dirêjiya axaftina xwe de Dilşanê wiha got:"Di nava şer de dayikên temen mezin ji bo me perwerdeya fêrkirina çekê hat vekirin û me perwerdeya xwe didît. Çawa ku me di sala 2016'an de di dema şerê herî giran li ser taxê li ber xwe da û em xwedî li taxa xwe derketin di roja me ya îro de jî dîrok xwe ji nû ve dubare dike û em jî ji nû ve berxwedana xwe û hazirtiya xwe li ber hemberî şer didin avakirin ku carek din em ê bi hêza parastina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bibin yek û nehêlibin ku dijmin gavê bavêje nava taxên me."
Bi rihê berxwedanê taxa xwe diparêze
Dilşan da zanîn wan taxa xwe bi xwe parast û wiha got:"Di dema hovitiya şer a li ser me mêrên taxê berê xwe dan xetên cebheyan, me jî di kolanan de parastina taxa xwe dikir da ku malên taxê neyên dizîn ango kes derbasî malên taxê nebin. Min xortê xwe jî di oxira parastina taxê de da û ez gelek bi wî şanaz û serbilind im û berxwedana min heya roja îro li ser esasê şopandina rêça wî û rêça tevahî pakrewana ye. Di nava giraniya êrîşan de ku obîs li taxê diketin lê me pakrewanên xwe dispartin axê her wiha gelek ji wan me rê dikir bajarê Efrînê lê me pakrewanên xwe li erdan nedihêştin. Tevî van hemû astengî, êş, azar û bê derfetiyan me taxa xwe bi rihê berxwedanê parast."
Di şer de jin azad bûn
Di dawiya axaftina xwe de Dilşanê qala berxwedaniya bi nirx a jinên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di dema şer de kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Yên ku herî zêde para xwe di hemû warên berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin jinên van her sê taxan bûn me cihê xwe di çeperan de di parastinê de girt. Çi ji me hat xwestin me kir û bê du dilî me rojane têkoşîna xwe gurtir dikr. Jin bi rastî hatibûn azad kirin û bi azad tev digerîn xwe û warê xwe diparastin. Temenê min wê nebe asteng li pêşberî parastina taxê û çi ji min bê xwestin ez ê pêk bînim."