Çêkirina xwarinê ya ji bo têkoşeran

  • 10:39 5 Kanûn 2024
  • Rojane
HELEB - Dayikên berxwedêr ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ji bo têkoşerên azadiyê xwarinê çêdikin.
 
Şerê ku bi armanca teslîmkirina taxên Helebê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 8'em de berdewam dike. Bi berdewamkirina şerên li ser taxên Helebê yên ku berê di bin kontrola Hikumeta Şamê de bû berxwedana gelê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê jî didome. Jin, mêr, kal, pîr û ciwan bi her awayî parastina taxa xwe dikin.
 
Dayikên berxwedêr ên her du taxan ji bo ku parastinê bikin bi her awayî piştgiriyê didin berxwedanê û her roj ji bo şervanên parastina taxê xwarinê amade dikin.
 
Bi coş, bi moral û vînek berxwedêr û bi rihekî hevpar xwarinê amade dikin û li şervanan rojane belav dikin.
 
 

Etîketan:

jinnews Rojava