Li Mêrdînê li dijî êrîşan bertek: Bijî Rojava û şoreşa jinê

  • 16:28 4 Kanûn 2024
  • Rojane
    
MÊRDÎN-Jinên ku li dijî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zincîra jiyanê ava kirin, ber bi Rêxistina DEM Partiyê ya bajêr ve meşiyan. Parlamentera Parlameneter DEM Partiyê Salîha Aydenîz li vir axivî û got, "Ev şer li ser esasê tunekirina jiyana hevbeş û şoreşa jinê tê meşandin."  
 
Tevgera Jinen Azad (TJA) ji bo avakirina zincîra jiyanê li hev civiya, bi armanca êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Xaçerêya Îldo ber bi Parka Karayollariyê meş pêk anîn. Jinên ku li Çerxerêya Îldo  ji bo zincîra jiyanê hatin cem hev ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.  
 
Bi zincîra jiyanê meş 
 
Jinên ku li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin dirûşmên "Bijî şoreşa jinên Rojava" û "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin. Parlamentera Partiya DEM Partiyê Salîha Aydenîz li ber barîkata polîsan got, “Tenê hûn dikarin rê li ber aştiyê bigirin. Jin tu carî nebûne alîgirên şer, şer karê mêran e, karê faşîzmê ye, karê kapîtalîzmê ye. Em heta dawiyê ji bo demokrasî, aştî û jiyana hevbeş li ber xwe didin."
 
Dayikeke din jî a di çalakiyê de got, "Em aştiyê  dixwazin, hûn çima rê li me digirin."
 
Jinên ku destûr nehat dayîn biçin çerxerêya Îldoyê , li wê zincîra jiyanê avakirin. Jin ji wê bi zincîra jiyanê ber bi avahiya DEM Partiyê ya bajêr ve meşiyan. 
 
 Jinên ku hatin avahiya DEM Partiyê ya bajêr li vir daxuyanî dan.
 
'Çete ne tenê gelê Kurd qetil dikin'
 
Salîha Aydenîz li vir axivî û diyar kir ku herêmên di sala 2014'an de ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, îro dîsa ji aliyê komên cuda ve tên desteserkirin. Salîha Aydenîz got, “Weke jin me xwest li dijî çeteyan daxuyaniyê bidin. Lê yên ku rê li ber çeteyan vekirin, rê li ber jinan venekirin û gotin, 'Hûn nikarin bimeşin, nikarin daxuyaniyê bidin, nikarin mudaxeleyî çeteyan bikin'. Em ê heta dawiyê lenet li çeteyan bînin.  Şerê Cîhanê yê 3'emîn li Sûriyê diqewime. Ev şer ji bo têkbirina jiyana hevbeş û şoreşa jinê tê meşandin. Ev şer tenê gelê Kurd qetil nake."
 
'Ev rê ne rê ye'
 
Salîha Aydenîz da xuyakirin ku şerê li dijî demokrasî û jin ne karê jinê ye, şer karê mêr û yê mejiyê desthilatdar e û got, “Em weke kesên aştiyê dixwazin, dibêjin; Em li dijî şer, çete û faşîzmê ne. Rojava xizmê gelê vir e. Dema gelê Rojava di nava şer de be gelê Kurd nikare bê tevger bimîne. Yên ku ji aliyekî ve destê aştiyê dirêj dikin, li aliyê din jî li dijî gelê Kurd dest bi tayînkirina qeyûm, operasyon û şer dikin. Her roj şerê xwe kûrtir dikin. Ev rê ne rê ye, ev rê tê wateya bidawîkirina demokrasiyê. Tê xwestin ku şoreşa jinê bi destên çeteyan bê tinekirin. Heta ku Rojava di nava demokrasiyê de nejî em ê têkoşîna xwe bidomînin."