
Li dijî tecrîdê serî li Baroya Enqereyê dan
- 14:01 13 Hezîran 2024
- Rojane
ENQERE - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 39 meh in agahî jê nayên wergirtin, OHD, ÇHD û Hiqûqa Civakî serî li Baroya Enqereyê dan.

Piştî ku daxwaznameya li Edliyeya Enqereyê hate dayîn daxuyanî hat dayîn. Hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan bal kişand ku nikarin karê xwe yê parêzeriyê bikin û got: “Li ser vê yekê me serî li baroyê da. Beriya niha jî me serî li yekitiya baroyan dabû.”
Çîgdem, qala gotinên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç ên “tecrîd nîne” kir û got: “Wezîr gotibû ku tecrîd nîne, biryarên dadgeriya înfazê tên pêkanîn.’ Lê ev ne tenê biryarên dadgeriyên înfazê ne. Divê em bêjin ku polîtîkaya tecrîdê ya siyasetê tê pêkanîn. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran re û biryar girtina dadgeriyên înfazê ya her tim ne rewşeke li gorî hiqûqê ye.”