Li Hindistanê 63 kes ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dan

  • 15:03 14 Tîrmeh 2024
  • Cîhan
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaletên Uttar Pradeş û Bihar yên Hindistanê 63 kes bi birûskê jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî medya Hindistanê, Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihand ku rojên çarşem û pêncşemê yên borî, brûskê li 10 herêmên Uttar Pradeşê û çend cihê yên Biharê xistiye.
 
Hate gotin ku di encama birûskê de li Uttar Pradeşê herî kêm 43 kes û li Biharê jî 20 kes mirine. Li gorî heman çavkaniyan li eyaleta Biharê 40 kes jî birîndar bûne.