Li Torontoyê pakrewanên azadiyê hatin bibîranîn

  • 09:55 21 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Pakrewanên HPG û YJA Starê li Torontoyê hatin bîranîn. Şêx Murşid Meşûq el Xeznewî li bîranînê axivî û got, "Mirin para her kesî ye, şehadet para şehîdan e."
 
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê ku li bajarê Toronto yê kanadayê ye, ji bo bîranîna şehîdên HPG û YJA Starê civîneke berfireh a bîranînê lidar xist.
 
Di bîranînê de gelek mirovên ji çar aliyên Kurdistanê, malbatên şehîdan, nûnerên civakê, jin û ciwan amade bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyan destpê kir.
 
Şêx Murşid Meşûq el Xeznewî jî beşdarî bîranînê bû û destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd bigihêje paşerojeke azad, yekîtî û xwişk-biratî gelekî girîng e.
 
Şêx Xeznewî got, "Ya em ê bibin yek, yan jî em ê tine bibin. Rêyeke din nîne. Cudahî me lawaz dike, yekîtî, xwişk-biratî û piştevanî me li ser piyan dihêle."
 
Şêx Xeznewî ji bo xwedîderketina li zarok û pêşengên xwe bang li gelê Kurd kir û got, "Ji ewlad û pêşengên xwe bawer bikin. Wan bi tenê nehêlin. Gelek dema ku xwedî li hev derket û nirxên xwe yên hevpar parast hingî dikare paşerojeke azad ava bike."
 
Xeznewî têkildarî asta şehadetê axivî û got, "Mirin ji bo her kesî ye; lê şehadet para wan mirovan e ku ji bo gel, welat û azadiyê canê xwe dane. Bêguman dilê me dişewite. Ew can û cegera me ne. Lê belê ew nemirin. Di dilê gelê xwe de û li qatê Xwedê dijîn."
 
Beriya bîranînê li saloneke dawetê ya li Torontoyê civîneke gel a berfireh hate lidarxistin. Di civînê de rewşa li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê hate nirxandin. Şêx Xeznewî di civînê de axivî û got, "Ez hatim vê derê, ne ku ji we re tenê bibêjim nimêjê bikin, rojiyê bigirin. Hatim vê derê ji bo ji we re bibêjim bibin yek, bibin xwişk û bira, ji ewlad û pêşengên xwe bawer bikn, wan bi tenê nehêlin."
 
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kanadayê Kadrî Ertûgrûl jî di bernameyê de axivî û destnîşan kir ku wê xwedî li mîrateya têkoşînê ya şehîdan derkevin.
 
Di axaftina bi navê komîteya Malbatê Şehîdan de jî bang li gelê Kurd hate kirin ku xwedî li bîranîn û nirxên şehîdan derkeve.