Li Hindistanê 63 kes ji ber birûskê jiyana xwe ji dest dan 2024-07-14 15:03:16       NAVENDA NÛÇEYAN - Li eyaletên Uttar Pradeş û Bihar yên Hindistanê 63 kes bi birûskê jiyana xwe ji dest dan.   Li gorî medya Hindistanê, Daîreya Meteorolojiyê ya Hindistanê (IMD) ragihand ku rojên çarşem û pêncşemê yên borî, brûskê li 10 herêmên Uttar Pradeşê û çend cihê yên Biharê xistiye.   Hate gotin ku di encama birûskê de li Uttar Pradeşê herî kêm 43 kes û li Biharê jî 20 kes mirine. Li gorî heman çavkaniyan li eyaleta Biharê 40 kes jî birîndar bûne.