Her demî li her derê kurdî

  • 09:06 23 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
WAN - Rêvebera ARSÎSA'yê Evîndar Akbulut, derbarê vekirina kursa ji bo zarokan de wiha got: "Ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin berpirsyariya sereke ya malbatan ew e ku di her kêliyê de, li her cihî bi zarokan re bi kurdî biaxivin."
 
Dema ku hikûmetê polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hemberî kurdan zêde dike, di serî de êriş dibe ser zimanê dayikê û li hember ziman polîtîkayên nû yên bişaftinê diafirîne. Di temenê herî biçûk de zarokên kurd bi polîtîkayên bişaftinê re rûbirû dimînin. Zarokên ku di 5-6 saliya xwe de dest bi dibistanê dikin û di dibistanê de nikanin bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin û ev yek jî dibe sedema jibîrkirinê. Zarokên ku di temenekî biçûk de dest bi dibistanê dikin di 20 saliya xwe de dibistanê diqedînin. Ji ber ku di tevahiya dema dibistanê de ji zimanê xwe yê zikmakî dûr dikevin.
 
Tevî van hemû polîtîkayan, hem li malê, hem jî li kolanan û hem jî di nava saziyan de li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û jibîrkirinê têkoşîna Gelê Kurd hê jî didome. Li Wanê Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) piştî destpêkirina betlaneya havînê kursên nû vedike, yek ji rêveberên ARSÎSA'yê Evîndar Akbulut derbarê kursên ku dê ji zarokan re vekin ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
'Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî'
Evîndar anî ziman ku zimanê dayikê roj bi roj bi awayekî berçav winda dibe û got ku êdî gel bi zimanê xwe naaxive. Evîndar destnîşan kir ku ne li kuçe û ne jî di nava malbatê de kurdî nayê axaftin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Hûn dizanin zarok pêşeroja me ne û zarokên me roj bi roj bi zimanekî biyanî ve girêdayî dibin û kurdî ji bîr dikin. Ji bo vê jî em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Mixabin ev daxwaz pêk nayê. Em wek saziyên zimanê kurdî qursan jî vedikin û bi taybetî ji bo zarokan em dixwazin polan vekin. Em qursan vedikin da ku zarok zêdetir bi zimanê xwe yê zikmakî ve girêdayî bin, bi kurdî biaxivin û bi kurdî bijîn."
 
'Zarokên 8 û 15 salî di kursan de cih digirin'
 
Evîndar anî ziman ku zarokên ku dest bi kursan bikin temenê wan di navbera 8 û 15 salî de ye û wiha got: "Sedema ku zarokên ji 8 salî qebûl dikin xwendin û nivîsandinê dizanin. Hînbûna xwendin û nivîsandinê ya zarokên biçûk zehmetir e û pirsgirêkan. Hin zarok hene ku xwendin û nivîsandinê nizanin û tên vir, mixabin zehmetiyan dijîn. Ji ber van sedeman em bi zarokên 8 salî re dest bi kursên xwe dikin. Ji bo wan jî ne zehmet e. Helbet dema em polên zarokan vedikin, yên ku bi kurdî nizanin jî hene. Lê em bi her awayî mijarên rêzimanê ji bo zarokan nagirin, em tiştên rojane yên wekî reng û tîpan hîn dikin da ku ew di jiyana xwe ya rojane de biaxivin. Bi vî awayî, ji wan re hêsantir dibe û ew dikarin hêsantir biaxivin û xwe îfade bikin."
 
Malbat eleqeyê nîşanî kursan didin
 
Evîndar, anî ziman ku eleqeyeke cidî ya malbatan bi kurdî heye û diyar kir ku zarok herî zêde havînê dest bi qursan dikin. Evîndar anî ziman ku ji ber ku dibistan 6 mehan vekiriye, ji ber ku hem dibistan û hem jî qurs dê zehmetiyan derxe û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Dema dibistan dikevin betlane ye, malbat daxwaz dikin ku qurs ji bo perwerdeya zarokan dest pê bikin. Dema em polên zarokan vedikin malbat jî kêfxweş dibin. Heta niha nêzî 20 malbatan serî li me dane û her yek ji wan herî kêm 2-3 zarokên wan hene ku dixwazin qeyda kursê bikin. Dixwazin zarokên wan bi kurdî biaxivin. Carinan malbat çiqasî bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin jî ev yek pir bi bandor nîne ji ber ku mixabin di nav civaka ku lê dijîn de tirkî tê axaftin û lîstikên ku zarok dilîzin jî bi tirkî ne. Ji ber vê sedemê zarok jî di bin bandorê de ne û naxwazin bi kurdî biaxivin. Malbat jî dibêjin, 'Dema zarok tên saziyê û piştre tên li malê bi kurdî diaxivin. Zarokên me jî bala xwe didinê û bi me re jî kurdî diaxivin'. Ji ber ku dema li derdor bi kurdî tê axaftin zarok jî zêdetir bi kurdî diaxivin. Ji ber vê sedemê malbat bi qursên me re eleqedar dibin."
 
'Divê zarok bi kurdî bijîn'
 
Evîndar, anî ziman ku ji bo zimanê kurdî neyê jibîrkirin erka sereke ya malbatan ew e ku bi zarokan re her dem û li her derê bi kurdî biaxivin û wiha bi lêv kir: “Divê zarok fêrî lîstikên bi kurdî bibin. Bi taybetî divê zarok heta 15 saliya xwe bi kurdî bijîn. Mînak zarokên biçûk dikarin li fîlmên kurdî temaşe bikin, Zarok TV temaşe bikin. Di medyaya civakî de rûpelên kurdî bên şopandin û lîstikên kurdî bên şopandin û lîstin. Bi vî awayî dê daxwaza zarokan a ji bo kurdî hîn zêdetir bibe."
 
Projeyên nû 
 
Evîndar anî ziman ku polên ku ji zarokan re vekirine heta niha ne gelekî baş bûne, lê ji niha û pê ve ew ê ne tenê li vir di nava çar dîwaran de, bi projeyên nû perwerdeyê bidin zarokan û wiha axivî: "Mînak her roj biçin serdana kolaneke nû, taxek nû, gundek nû. Ji ber vê yekê em ê tenê bi vekirina polan û li wir hînkirina zarokan têr nebin. Ev jî têrê nake. Ji niha û pê ve em ê li ser tiştên ku ji bo zarokan bên kirin bixebitin."
 
'Di axaftina bi kurdî de israr bikin'
 
Evîndar bandora zimanan a li ser zarokan wiha anî ziman: "Axaftina bi kurdî bandoreke mezin ne tenê li ser zarokan, li ser mezinan jî dike. Dema mirov li cihekî bi kurdî diaxive û piştre jî diçe civatekê din axaftina bi tirkî dibe sedema dûrketina ji zimanê xwe û ev rewş dibe sedem ku mirov nikaribin xwe rast îfade bikin. Ev yek dibe sedema bêmoraliyê. Ji ber vê yekê ya pêwîst ew e ku li her derê bi kurdî biaxivin. Çend kesên li hemberî me bi zimanek cuda biaxife jî divê em di zimanê xwe de israr bikin û biaxivin."
 
'Em banga hînbûna kurdî dikin'
 
Evîndar bang li her kesî kir û bi zimanê dayikê biaxifin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li hemû gelê li vir dikim, li Wanê li her demê û li her derê bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin, bi kurdî bileyzin û bi kurdî bijîn. Kursên me yên ji bo zarokan niha dest pê dikin û em qeydan dikin. Di vê hefteyê de ders dê dest pê bike. Em dixwazin zarok, malbatên wan û hemû gelê me bi daxwaza fêrbûna zimanê kurdî werin û dest bi kursê bikin."