Ji Şaredariya Bêgirî konser

  • 23:09 19 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
WAN - Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî konsera ku ji aliyê Şaredariya Bêgirî ve hat lidarxistin da.
 
Ji aliyê Şaredariya Bêgirî ya Wanê ya DEM Partiyê ve konserek hat lidarxistin. Di konsera ku li ber avahiya şaredariyê hat lidarxistin de Azad Bedran û Hediye derketin ser dikê. Di konsera ku ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat.
 
Hevşaredara Bêgiriyê Hediye Sayiner di axaftina xwe ya beriya konserê de diyar kir ku ev demeke dirêj e li Bêgirî çalakiyên çandî û hunerî çênebûne û destnîşan kir ku dê çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin.
 
Welatiyên beşdarî konserê bûn tevî baranê jî govenda xwe berdewam kirin.
 
Konser bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.