Biryara girtina Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran hat protestokirin
- 18:04 15 Ağustos 2025
- Rojane
WAN - Jinan bertek nîşanê biryara girtinê ya der barê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin Wanê ya di destê qeyûm de hatiye dayîn da û diyar kirin ku wê parastina qadên xweser yên jinan bidomînin.
Rêveberiya qeyûm der barê Navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran ku di 19’ê cotmeha 2024’an d eji aliyê şaredariya bajarê mezin a Wanê ya bin rêveberiya DEM partiyê û şaredariya Artemîtê ve hatibû vekirin, biryara girtinê da. Jinan biryar li ber navenda Jiyanê ya Jinan a Şamîran protesto kirin û daxuyaniyek dan. Tevgera Jinên Azad (TJA), hevseroka DEM Partî ya Wanê Guşen
Kurt, hevşaredara Artemîtê Rabîa Başak Koç, meclîsa jinan û gelek kes tevli bûn.
Berdevka Meclîsa Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin Serap Gunvenç daxuyanî xwend.
Serap Guvenç da zanîn ku biryara girtina navendê parçeyek polîtîka hepskirina jinan a malê ye û got ew li dijî vê ligel piştevaniya jinan e.
‘Navend ya me ye, berxwedana me ye’
Serap Guvenç destnîşan kir ku ev helwest ne tesadufe û bi destê qeyûman li hember saziyên jinan êrîş tên kirin û bi armanca sabotekirina pêvajoyê tê kirin. Serap Guvenç wiha got: “ Em vê zîhniyeta ku berxwedana jinan hedef digire qebûl nakin. Şamîran ne tenê avahiyeke, qada piştevanî, îrade û nasnameya jinê ye. Navenda Jiyanê ya Şamîran ya me ye, berxwedana me ye, nikare bê girtin. “
Rabîa Başak Koç jî bertek nîşanê biryarê da û got ev êrîş ne tenê li hember jinan li hember nirxên demokratîk a gel e.