
'Du polîsên rûyê wan vekirî îşkence li min kirin'
- 09:02 15 Ağustos 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Dayika girtiya bi navê Melek Çelîk, Sultan Çelîk, ji aliyê polîsên rûpûş ve îşkence dît. Sultan Çelîk ku ji bo gilîkirinê çû qerekolê besiva "Ne em min, ew çetene" girt. Sultan Çelîk wiha got: "Ma çete bi panzêran tên malê?"
Dayika girtiya bi navê Melek Çelik ya li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtiye, Sultan Çelîk 3’yê Tebaxê de ji aliyê polîsên rûyê wan girtî ku bi wesayîtên zirxî çûn ber mala wê, li ber derî îşkence lê kirin. Sultan Çelîk ku nasnameya wan xwest, nasname nîşan nedan û jê re gotin li wesayîtê siwar be. Sultan Çelîk ya ku ev red kir piştre xwestin mala wê lêgerîn bikin. Sultan Çelîk biryara lêgerînê xwest û polîsan carek din tundî lê kirin. Sultan Çelîk roja ku bûyer pêk hat çû qerekolê û bersiva "Ne em in ew çetene"’ girt. Sultan Çelîk ku tu encamek negirt û vegeriya malê da zanîn ku ewlehiya canê wê tuneye.
Sultan Çelîk îşkenceya ku ji aliyê polîsan ve dît vegot.
‘Du polîsên sivîl, panzer û polîsên rûpûş hatin mala min’
Sultan Çelîk destnîşan kir ku ew ber bi baxçeyê xwe diçû û polîs ber bi mala wê ve dihatin û got: “Bloka B pirsîn. Ez sekinim. Min dizanibûn tên mala me. Rûyê wan girtî bû. Min nizanîbûn kî ne. Du heb tenê wek polîsan bûn. Panzer jî li ber derî sekinî. Min got hûn çima hatine. Gotin Melekê ji girtîgeha Kayseriyê fîrar kiriye. Hewl dan derî vebikin. Min got tiştekî wisa tuneye. Min got du saetan çawa hatiye vir. Min got kesek fîrarî çawa dibe tê malê rudine. Min girtin û avêtin. Gotin li wesayîtê siwar be. Min got ez siwar nabim.”
‘Ji keça min re gotin em ê îşkenceyê li dayika te û birayê te bikin’
Sultan Çelîk da zanîn ku hefteyekê îşkence li keça wê ya girtî kirine û wiha anî ziman: “Ji keça min re gotine em ê îşkeneyê li te û birayê te bikin. Ev gotin hat bîra min ez ki korîdorê derketim. Lê bi min girtin, kazaxê min qelaştin. Ez çûm edliyeyê cem dozger. Piştre ez şandim qerekolê. Gotin biçe wê derkeve holê ku ji kîjan qerekolê hatine.”
Ma çete bi panzêran tên malê?
Sultan Çelîk daxuyakirin roja din çûye sê qerekolên li Kayapinarê û wiha dirêjî dayê: “Qerekolan gotin ne em in. Min got ev ji ku hatine wê demê. Qerekolan gotin ev çete ne. Min got çete bi panzêran tên ber deriyan. Min got dema hatin ez li baxçeyê xwe bûm. Min got îşkence li min kirin. Lê wan gotin ne em in ew çetene." Ez çûm qerekola berê ya keça min lê girtîbû. Min rewş got. Lê wan got me teqez nivîs nedaye qerekolan û gotin melek du mehe li girtîgeha Kayseriyê girtiye. Roj da û ez din car çûm dozgeriyê. Dozgeriyê jî got kî were derî veneke. Ev çete ne. Min got madem çetene ev çeteyên dewlê ne. Min got îşkence li min kirin.”
‘Du polîsên rûyê wan vekirî îşkence kirin’
Sultan Çelîk destnîşan kir ku piranî polîsên hatine mala wê rûyê wan girtîbûne û du polîsên rûyê wan vekirî hebûne. Sultan Çelîk wiha dawî lê anî: “12 kes bûn. Xwestin min li wesayîtê bikin. Min got ez nizanim hûn kîne ez siwar nabim. Sivîlên ruyê wan vekirî îşkence li min kirin. Nasname nîşan neda. Ez ewqas li qerekolan geriyam tiştek nekirin. Gotin ew çetene û ez şandim malê.”