Li Bazirganê protestoya GES'ê: Gundî di nobedê de ne
- 11:57 20 Mayıs 2026
- Ekoloji
AGIRÎ - Li gundê Bazirganê di navbera gundiyan û karmendên şîrketê de ku bêyî destûra kar dest bi GES'ê kirin, alozî derket.
Li gundê Bazirgan ê li navçeya Gîyadîn Diyadîn a Agiriyê, karmendên şîrketê ji bo Projeya Santrala Enerjiya rojê (GES) bêyî destûra kar û belgeyên fermî ketin cihê kar. Gundiyên ku bertek nîşanî vê dan dest bi berxwedanê kirin. Di navbera karmendên şîrketê de ku bêyî belgeyên pêwîst xwebatên xwe didomandin û gundiyan de alozî derket. Dema ku makîneyên înşaetê dest bi kar kirin, niştecihên Bazirganê çûn herêmê û ji rayedarên şîrketê belgeya destûrê xwestin.
Gundiyan, bertek nîşanî berdewamiya xebatên bêyî nebûna belgeyan û nerazîbûn nîşan dan. Gundiyan gotin: "Destûrên we yên kar tune ne, hûn çima hîn li vir in? Hûn bi çi mafî bê belge dikevin nav axa me?"
Gundî li cihê ku karmendên şîrketê xebatan didomînin nobedariya xwe berdewam dikin.







