Rejîma Îranê 45 sal cezayê girtîgehê da 9 jinan
- 11:06 24 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Şoreşê ya Ehwazê bi îdiaya "çalakiyên sîberî", bi giştî 45 sal ceza da 9 jinên Ereb. Dadgehê ragihand ku ceza bi şerta tevlîbûna "dewreyên mecbûrî yên îdeolojîk" dikare dakeve salekê.
Dadgeha Şoreşê ya Ehwazê bi tohmeta çalakiyên sîberî, bi tevahî 45 sal cezayê girtîgehê li 9 jinên Ereb birî. Li gorî raporên hatine weşandin, dadwerê şaxa Dadgeha Şoreşê li Kolana Kianparsê ya Ehwazê ji bersûcan re ragihandiye ku her yek ji wan bi 5 sal cezayê girtîgehê hatiye cezakirin. Dadwer ragihandiye ku ger ew beşdarî dewreyeke mecbûrî ya "çaksazîya rewşenbîrî an jî îdeolojîk-siyasî" ya salekê bibin, dikarin ceza daxin salek.
Li gorî agahiyên hatine weşandin, ev dewreyên mecbûrî li saziyeke bi navê "Cefer el-Sadeq" a girêdayî îstîxbarata IRGC li Ehwazê têne lidarxistin û heke bersûc red bikin ku beşdar bibin, cezayê destpêkê yê 5 sal zindanê dê bi tevahî were bicîhanîn.
Ev 9 welatiyên jin ku nêzîkî salek û nîv berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji ber endamtiya komeke WhatsAppê û nîqaşkirina mijarên rojane hatibûn girtin, piştî ku bi mehan zexta fizîkî û psîkolojîk li navendên binçavkirinê yên îstîxbaratê kişandin, bi kefaletê li benda biryarê hatin berdan. Tawanên li dijî wan "endamtiya di komekê de", "propagandaya li dijî pergalê" û "kombûn û hevkariya bi mebesta têkbirina ewlehiyê" ne, tawanên ku çalakvanên mafên mirovan wekî mînakek profîlkirina ewlehiyê û tepeserkirina ducarî li ser bingeha nasnameya etnîkî û zayendî dibînin.
Nasnameyên van 9 hemwelatiyên mehkûmkirî ev in: Seîde Heyderirad, Amal Dehîmawî, Kausar Asakere, Ayet Mihemedî, Fatemê Sewerî, Xedîce Hevalî, Îftîxar Rostemîzade, Seydayê Fatima Husênî û Amîna Beyt Seyah.
Pêvajoya girtina kêfî, sepandina zexta psîkolojîk, dayîna cezayên giran ji bo çalakiyên li qada sîber û neçarkirina bersûcan ji bo beşdarbûna lêpirsînan wekî binpêkirinek eşkere ya prensîba darizandinek adil û bendên Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî têne hesibandin.







