Li Giyadînê li dijî derxistina zêr a bi siyanûrê daxuyanî hat dayin

  • 11:54 23 Îlon 2026
  • Ekolojî
MÛŞ - Konseya Bajêr a Mûşê, bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar a li dijî xebatên derxistina zêr a bi siyanûrê ya li Giyadînê.
 
Konseya Bajêr a Mûşê, li dijî madena zêr a ku li navçeya Giyadînê a Agiriyê xebatên madenê dike û Çemê Mûradê jehrî dike, li Navenda Çanda Porsor Anayê civîneke çapameniyê pêk anî. Nûnerên gelek saziyên civakî tevli civînê bûn.
Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan di civînê de axivî û got: "Em hatin serdana we daku zirarên vê projeyê yên li ser hemû bajarên li hewza Çemê Mûradê û bi taybetî jî bandora wê ya li ser bajarê Mûşê bînin ziman û we vexwînin mitînga ku em ê di 26’ê Îlonê roja Şemiyê de li navçeya Giyadînê li dar bixin. Em dixwazin hem hişyariyekê çêbikin hem jî vê bangê bigihîjînin hemû bajar."
 
Hevserokê Konseta Bajêr a Mûşê Kutbettîn Sonmezer diyar kir ku herî kêm 1 milyon û nîv kes ji vê projeyê bi neyînî bandor dibin û destnîşan kir ku ev yek li ser xwezayê xetereyeke mezin çêdike. Sonmezer diyar kir ku divê hemû saziyên civakî bi hesasiyet nêzî mijarê bibin û got: "Mûş, hemû ava xwe ya vexwarinê ji Çemê Mûradê digire. Ez bawer dikim ku divê li her devera ku xweza û erdnîgarî lê tê texrîbkirin, hestiyarî werê nîşandan.”
 
Serokê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Meşeyê Îhsan Aytemîş anî ziman ku divê ji bo hemû zîndeweran têkoşîna jiyanê werê kirin.