Ji bo perwerdeya bi Kurdî li ber dibistanê çalakiya konvedanê

  • 13:55 23 Îlon 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê û bavên xwendekarên bajarokê Rimêlanê li ber Dibistana Şehîd Ahîn ji bo perwerdeya bi kurdî dest bi çalakiya konvedanê kir.
 
Dê û bavên xwendekarên Dibistana Şehîd Ahîn a Rimêlanê ya Girkê Legê, îro li ber dibistanê kon veda û çalakî li dar xist. Çalakvanan daxwaz kir ku perwerdeya li dibistanan bi tevahî bi zimanê kurdî be.
 
Dê û bav û şêniyên deverê tev li çalakiyê bûn, daxwaza mafê zarokên xwe yê fêrbûna bi zimanê dayikê kir û biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz a sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî bi 3 dersan di hefteyê de, red kir.
 
Di çalakiyê de, xwendekara bi navê Naya Hesen daxuyaniyek xwend û daxwaz kir ku Wezareta Perwerdeyê rêzê li mafê civaka Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê bigire.